Girtiyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê hat kirin: Dengê me ragihînin 2019-01-14 15:39:35   STENBOL - Ahmet Gerez ê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin û dûre rastî îşkenceyê hat, bi rêya malbata xwe daxuyanî da û got: “Ezê li dijî zextan ji îro û şûnde dest bi greva birçîbûnê bikim.” Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Stenbolê û malbata Ahmet Gerez ê berî 11 rojan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de pankarta “Li Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê, bila îşkenceya li ser Ahmet Gerez bi dawî bibe” hat vekirin.    'LI ODEYA SAR TÊ GIRTIN'     Xwişka Ahmet Gerez Zozan Gerez, di civînê de axivî û wiha got: “Birayê min 20 salin di girtîgehê deye û sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin. Herî dawî birayê min ji Girtîgeha Oltû sîrgûnî Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê kirin. Di hevdîtina herî dawî ya min bi birayê xwe re kir de, ev tişt gotin, ‘Bi zorê diaxivim. Rewş min pir xerabe. Bi 4 kesan re ez anîm Trabzonê. Îşkence li me kirin. Dijûn û heqaret li me kirin. Kincên me ji me kirin û em avêtin odeyek sar. Niha jî em di vê odeya sar dene. Em di rewşek zor û zehmet dene. Dengê me ragihînin.’ Fikarên min derbarê rewşa birayê min de hene. Ez banga  hestiyariyê li rayedaran dikim. Birayê min got ewê li dijî zextan ji îro û şûnde dest bi greva birçîbûnê bike.”    ‘EMÊ BIBIN DENGÊ WAN’    Ji rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxarên Marmara Hasan Demîr jî,  di civînê de axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên siyasî silav kir. Demîr, diyar kir ku desthilatdarî li girtîgehan polîtîkayên tolgirtinê li ser girtiyan birêve dibe û wiha bilêv kir: “Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Emê bibin dengê wan.” Demîr, bang li hemû kesan kir ku li dijî zextên li ser girtiyan, bi hestiyarî tevbigerin.