Li Qilabanê civîna li ser tecrîdê: Divê em piştgiriyê bidin pêşengên berxwedanê 2019-01-14 15:09:13 ŞIRNAK - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li Qilabanê di civîna li ser tecrîdê de axivî û got: “Divê em piştgirî bidin girtiyên pêşengên berxwedanê.”   Li navçeya Qilaban a Şirnexê, derbarê çalakiya greva birçîbû ya bêdem û bêdormever a Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpê kirin, civîna gel hat lidarxistin. Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, ji gun d û navenda bajêr jî gelek welatî beşdarî civînê bûn.    'TECRÎD DÊ BI BERXWEDANÊ BI DAWÎ BIBE’   Parlementerê HDP’ê Ozguneş piştî deqeyek rêzgirtinê di civînê de axivî û wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê krîzên aborî û civakî yên mezin hene.  Ev krîz bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji wê cuda nîne. Dîsan ji bo ramanên Ocalan belav nebe, tecrîdê berdewam dikin. Tecrîd, encex bi berxwedanê bi dawî bibe.  Guven û girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê pêşengtiya berxwedanê dikin.”   Ozguneş xwest ku hemû kes li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê  bi hestiyar tevbigerin û wiha bi dawî kir: “Divê em piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê.”   Piştî axatina Ozguneş, civîn bi dawî bû.