Jinan li dijî gefên Tirkiye kon vedan 2019-01-14 15:05:35   TEBQA - Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiye ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, konê çalakiyê veda.   Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiye yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konê çalakiyê veda. Jinan Konê çalakiyê li qada El-Mirab a Tebqayê vedan. Çalakî dê 3 rojan dewam bike. Bi dehan jinên herêma Tebqayê tev li çalakiyê bûn. Di bin kon de ala QSD`ê, ala Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Jinên Sûriyê hatin hildan. Çalakiyê bi daxuyaniyekê dest pê kir. Rêvebera Jinan Nesret Ebake daxuyanî xwend. Nesret Ebake diyar kir ku bila Erdogan û kesên ku alîkariya wî dikin baş guhdar bikin ku tu kes nikare li pêşiya rastiyan bisekine û wiah got: "Em dê çalakiyên xwe heta dawiyê berdewam bikin. Em soza tolhildanê ji bo şêniyên Efrînê didin. Em soz didin gelê Efrînê ku azadiya wan ji wan hatiye stendin û niha cih û warên wan hatine dagirkirin."