Li Kolana Yukselê 2 kes hatin binçavkirin 2017-11-02 14:34:09 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça hatiye destpêkirin, dewam dike û di çalakiya îro de 2 kes hatin binçavkirin. Bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ji kar hatibûn avêtin, çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla Gulmen û Ozakça ve hatibû destpêkirin 239 dewam dike. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin, dîsa bû hedefa polîsan. Çalakiya ku 359 roj e dewam dike, polîsan dîsa êrîş kir. Di êrîşa polîsan de Sultan Aydogan û Îlker Işik hatin binçavkirin.    Polîsan, Işik û Aydogdu li maşîneya li ber bîrdariyê sîwar kirin.