Ji bo xebatkrên Çapxaneya Gun 261 sala ceza hat xwestin 2019-01-14 14:43:50 STENBOL - Danişîna doza Xwediyê Îmtiyazê Kasim Zengîn jî di nav de 9 jê girtî 21 xebatkarên Çapxaneya Gun li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin û dozger xwest 12 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û 9 kes jî sûcdariya "Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” bên cezakirin.    Piştî ku bi biryara dadgehê Çapxaneya Gun dewrî Fona Sîgorta Tasarruf a Mevdûatê (TMSF) hat kirin, Xwediyê Îmtiyazê yê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn jî di nav de 21 kes hatin binçavkirin û ji van 12 kes hatin girtin. 3’yemîn danişîna xebatkarên çapxaneyê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat  dîtin. Xebatkarên çapxaneyê yên girtî  Xwediyê Îmtiyazê Kasim Zengîn, Cemal Tunç, Erdogan Zamur, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Mahmut Abay, Mehmet Emîn Sumelî û Mûsa Kaya beşdarî danişînê bûn. Ûgûr Selman Kelekçîler ê girtî yê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Rih a Bakirkoyê tê dermankirin beşdarî danişînê nebû. Gelek parêzer, malbatên girtiyan û hin xebatkarên çapxanê beşdarî danişîn şopandin. Bi destpêkirina danişînê dozger mutaleya xwe ya derbarê xebatkarên Çapxaneya Gun de aşkere kir.    Dozger Hakan Ozer di danişînê de, li ser ÛYAP’ê mutaleya xwe ya derbarê esas de pêşkêşî şandeya dadgehê kir.     261 SAL CEZA XWEST    Dozger di mutaleya da de, xwest 12 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û 9 kes jî sûcdariya "Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” bên cezakirin.    PARÊZER JI DANIŞÎNÊ AVÊT    Serokê Dadgehê Kemal Selçûk piştî xwendina mutalaya dozger, li parêzeran vegeriya û got: “Tiştekê ku hûn li dijî mutalayê bêjin hebe, dikarin bêjin. Li gorî wê ezê danişînê taloq bikim.” Hevberdevkê OHP’ê yê Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak, xwest ku mutala ji bo wan bê dayîn û li gorî wê parastin bikin. Serokê Dadgehê Selçûk li ser vê yekê, ji parêzer re gotin: “Ger hûnê parastin nekin, wê demê rê bidin hempîşeyên xwe yên din.” Parêzer Çakmak ê ev nêzîkatiya Serokê Dadgehê îtîraz kir, ji aliyê dadgehê ve ji salona danişînê hat derxistin.    Hevberdevka OHP’ê ya Stenbolê Parêzer Îlknûr Alcan jî, diyar kir di vê dosyeyê de darizandinek şiklî tê kirin û hûn dixwazin bi vî awayî mirovan ceza bikin. Alcan, da zanîn ku ev darizandin nayê qebûl kirin û wiha got: “Hûn li vê derê darizandinek adîlane nakin. Em dem dixwazin.”   TALOQÎ 11’Ê SIBA HAT KIRIN    Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina 9 kesên girtî berdewam bike û danişîn taloqî 11’ê Sibatê  kir.