Bîlgen: Tecrîd didome, em tecrîdê red dikin 2019-01-14 14:39:21 ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir, tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Ayhan, anî ziman ku nêzî 2,5 sal in hevdîtina bi malbatê û parêzeran re asteng dikin û wiha got: "Tecrîd didome. Em hemû pêkanînên keyfî, li dijî hiqûq û mirovahiyê yên girêdayî tecrîdê red dikin."   Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, der barê geşedanên dawî û tecrîdkirina Ocalan de li Meclîsê civîneke çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, ewil kriza aborî nirxand û destnîşan kir ku her diçe krîza aborî kûr dibe û piştî hilbijartina Adarê dê bêtir krîza aborî kûr bibe û wiha got: "Em bi politikayên aboriyê yên ÎMF'ê re rû bi rû ne. Li aliyê din maliyeta şer lê zêde dikin. Li Sûriyeyê Rûleta Rûs tê lîstin. Balkêş e debanceyê tije gule kirine û Tirkiye bi tena serê xwe gule berdide serî. Divê ji bo aştî li herêmê dest pê bike Tirkiye têkeve nava hewldanên aştiyê. Wisa xuya dike ku li Rojhilata Navîn amadekariya şerekî girantir tê kirin."    EM RECRÎDÊ RED DIKIN   Bîlgen bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Çawa ku hiqûqek taybet ji bo şexsekî nabe, tecrîdkirina şexsekî jî nabe. Divê rewşeke ji rêzê neyê dîtin ku heta niha hevdîtin nehatiye kirin. Nêzî 2,5 sal in hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin. Divê em li ser mijarê kûr bibin. Brêz Leyla Guven 68 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Em hurmetê nîşanî vîna wekîla xwe didin. Em hemû pêkanînên keyfî, li dijî hiqûq û mirovahiyê yên der barê tecrîdê de red dikin. Divê Tirkiye ji bo aştiyê û ewlehiya polîtikayên rast ên Rojhilata Navîn gavên rast bavêje."   Bîlgen anî ziman, ji bo aştiya Tirkiyeyê, ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn divê gavên herî rast werin avêtin û got, "Gavên siyasî bêguman dikarin bên avêtin, lê beriya her tiştî guhertinên qanûnî û hiqûqî yên vê yekê divê. Nêzîkatiya însanî jî divê ji bo her kesî be."   Bilgen, bal kişand ser helwesta CHP’ê jî û wiha got: "Di nava CHP'ê de fikrên cuda hene. Niqaşên di nava CHP’ê de me eleqeder nake. Lê divê HDP’ê û partiyên din wêde nekin û reş nekin. Em cudakariya partiyan qebûl nakin. Ev helwest li dijî hilbijêrên HDP'ê û civakê ye. Girseyek gelek mezin a Kurd ku deng daye me heye. Yên ku ne kurd in û deng dane HDP’ê jî hene. Em vê yekê wekî rengînî û dewlemendiyê digirin dest."