Hunermend Tûnç anîn Edliya Bakirkoyê 2019-01-14 11:58:14   STENBOL - Hûnermend Ferhat Tûnç ê hat binçavkirin, anîn Edeliya Bakirkoyê. Derket holê ku Tûnç di çarçoveya biryara girtînê ya Dadgeriya Cezayê Sûlhê ya 1’emîn û 5’emîn a Amedê de hat binçavkirin.     Hûnermend Ferhat Tûnç ê dema ji Almanyayê dihat Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturkê hatin binçavkirin, anîn Edliya Bakirkoyê. Derket holê ku Tûnç di çarçoveya 2 biryarên girtinê yên Dadgeriyên Cezayên Sûlhê yên 1’emîn û 5’emîn ên Amedê dayîn de, hatiye binçavkirin. Tunc dê di çarçoveya lêpirsînên îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade bide.    Tûnç dê di saetên pêş de li Edliya Bakirkoya îfade bide.