Temelli: Rêya rawestîna faşîzmê di şikandina tecridê re derbas dibe 2019-01-14 11:15:20 ENQERE -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tenê bi hevdîtina 15 deqîqeyan tecrîd bi dawî nabe. Temellî, destnîşan kir ku faşîzmê Tirkiye aniye ser milê sinar û wiha got: "Tenê rêya rawestîna faşizmê bi şikandina tecrîdê pêkan e."  Siyasetmedarên Kurd piştî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, li welatên Ewropa û Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva biçrîbûnê, rayedarên hikûmetê serlêdana Mehmet Ocalan qebûl kir. Mehmet Ocalan piştî li gelek navendan çalakî hatin lidarxistin  piştî 3 salan di 12'ê Çile de çû Îmraliyê û tenê 15 deqîqeyan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Têkildarî hevditina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Temelî, diyar kir ku ji ber di hefdîtinê de ji tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahdar bûne girîng e û wiha got: "Hevdîtin pir kêm e. Qet têr nake. Bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî nebûye. Ez pir aşkere dibêjin şertên teridê 20 salin li Îmraliyê berdewam dike. Divê em meseleya tecrîdê baş pênase bikin û watedar bikin. Rakirina tecrîdê tenê bi ziyareta malbatê ranabe.    ‘OCALAN DI SIYASETA TIRKIYE DE HÊZA SEREKE YE'     Temellî,  bal kişand ser rola Ocalan a di siyaseta Tirkiye de û wiha got: “Birêz Ocalan, ji bo siyaseta Tirkiye hêza sereke û diyarker e. Di salên 2013-2015'an de Ocalan rola xwe ya siyasetê nîşan da. Hemû aliyên siyasî hêza Birêz Ocalan qebul kir. Dewletê jî siyaseta Birêz Ocalan qebûl kir. Astengkirina bi nasname û vînek wisa siyasî re polîtîkayên tecrîdê bêtir bi wate dike. Pir aşkere dike ku ev tecrîd bi xwe ye. Hevditina malbat û parêzeran cuda ye, hevdîtina siyasetê ya bi Ocalan re cuda ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê qalanên siyasetê li pêş Ocalan bên vekirin. Divê Ocalan bi her awayî karibe xwe tev li niqaşên siyasê bike. Îro pêdiviya siyaseta Tirkiye bi siyaseta Ocalan heye. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd bi dawî bibe. Ger ku siyaseta Tirkiye ji tecridê rizgar bibe, dê rêya demokrasî û aştiyê jî bê vekirin."    ‘EM PERGALA TECRÎDÊ DI TUNDIYA ROJANE DE DIBÎNIN'   Temellî, destnîşan kir ku ger tecridkirina Ocalan bi dawî bibe, dê tundiya li Tirkiye ji tundiyê rizgar bibe. Ger ku tecrîd bişkê dê şer jî bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bişkê dê gelê Sûriye jî tev li pêvajoya çareseriya aştiyane bibe. Dê rêya çareseriya aştiyane vebe. Ger ku tecrîd bişkê dê rê li pêş siyaseta demokratîk û aştiyane vebe. Ger ku tecrîd rabe, dê aştiya civakî pêş bikeve. Ger ku tecrîd rabe, dê tundiya tapyekun bi dawî bibe. Dê bi awayekî rasteqîn ewlehî û aramî pêş bikeve. Di tecrîdê de tundiya rojane xuya dike. Ger ku em qala tecrîdê dikin, divê em tundiya li ser civakê, talankirin û wêrankirina xwezayê tundiya li ser kedê û hemû qadên din rawestin.  Tenê bi ziyareta Mehmet Ocalan ku bi Birêz Ocalan re 15 deqîqeyan kir têr nake. Ev nayê wateya rakirina tecrîde. Girînge ku em der barê tenduristiya Birêz Ocalan de agahdar bûn. Lê îktîdar dixwaze hişekî ava bike. Ev hevdîtin di heman demê de operasyona avakirina hişekî ye. Dixwazin bi vê hevdîtinê wekî ku tecrîd rabûye nîşan bide. Şerê taybet û derûnî ye. hişmendiya taybet e. Beriya hilbijartinê serî li van rêbazan dide û ev taktîk e. Çalakiya grevê berdewam dike. Birêz Leyla Guven çalakiya xwe berdewam dike. Li gertîgehên din çalakî didomin. Divê hemû rêxistin, sazî û dezgehên siyasî û civakî yên dibêjin di têkoşîna demokratîk de ez heme divê li dijî tercrîdê dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe ya tund nîşan bidin. Divê hemû beşên aştî, demokrasiyê dixwaze li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. An tecrîd an demokrasî. Tecrîd halê faşîzmê yê sazîbûnê ye. Ji bo faşîzm raweste divê tecrîd bişkê. Ji ber vê yekê berî her tiştî daxwaza me rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Divê Brez Ocalan çalak tev li siyasetê bibe. Ez bang li Tirkiye û hemû cemaweriya cîhanê dikim. Werin em bi hevre tecrîdê bişkînin. Li dijî tecrîdê helwestek tund nîşan bidin.  Niha dem dema ku em li dijî tecrîdê helwesta xwe zelal bikin û dengê xwe bilind bikin. Divê her kes nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîdê bînin ziman. Li dijî hewldana diktatoriyê divê her kes helwesta xwe nîşan bide. Em qala tecrîda 20 salan dikin. Tecrîd 20 salin didome. Ji 5'ê Nîsê û şûnde em bi rejîmek nû re rû bi rû ne. Yê li hemberî vê rejîmê radiweste tenê Birêz Ocalan e. Bersîva Birêz Ocalan a li hemberî vê rejîmê di hevdîtên 2013-2015'an de veşarî ye. Di mutabakata Dolmabahçe de her tişt aşkere kiriye. Di hevdîtinên 2013-2015'an de peyam û perspektifên çareseriya demokratîk pêş xist. Lê piştî rejîma faşîst û dîktator tundî û şer dest pê kir. Her kesan ji Newroza 2013'an heviyek mezin girt. Îro li Tirkiye rêya rawestandina faşizmê şikandina tecrîdê ye. Ger ku tecrîd neşkê welat serberjêr diçe û li zinar dikeve. Tenê rêya sekinandina vê rêveçûnê şikandina tecrîdê ye.      MA / Selman Guzelyuz –Berîvan Altan