Hevserokên navçeyan ên hatibûn biçavkirin hatin berdan 2019-01-14 10:41:04   STENBOL - Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Zeytînbûrnû, Uskudar û Çekmekoyê yên duh bi şev hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan hat girtin, hatin berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê navçeya Zeytînbûrnû Samet Ayas, Hevserokê navçeya Uskudarê Hakki Cengîz, Hevserokên naçeya Çekmekoy ên Stenbolê Selma Korkmaz û Halîl Sakin duh bi şev hatibûn binçavkirin. Hevserok bi hinceta piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dest pêkirin hatibûn binçavkirin.  Piştî îfadeya 4 Hevserokan hatin girtin û şûn de hatin berdan.    Hat diyar kirin ku Veysî Al, Lokman Akici û Fûrkan Akici yên stîckerên bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê di saetên şevê de bi dîwarên Bagcilarê ve kirin, hatin binçavkirin. 3 kesên li Qereqola Sedsal a Polîsan a Bagcilarê îfade dan, hatin berdan.