20 kes li Îzmir û Colemêrgê hatin binçavkirin 2017-11-02 14:18:55   COLEMÊRG/ÎZMÎR - Li Îzmir û Colemêrgê polîsan bi ser malan de girt û 20 kes binçav kirin.    Li gundê Aşût, Zawîtê yên Çelê û Navçeya Çelê, leşkeran serê sibê bi ser gelek malan de girt û 10 kes binçav kirin. Polîsan li navçeya Çelê bi ser mala rêveberê HDP'ê Didar Kara, Mevan Akdemir û 2 kesên navê wan nehat zanîn de girt û 4 kes binçav kirin. Li Gundê Aşût û Zawîtê jî Endamê Meclîsa Bajar Abdullah Olmez, Savaş Olmez û 4 kesên din bi giştî 6 kes hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çelê.    POLÎSAN LI ÎZMÎRÊ JÎ 10 KES BINÇAV KIRIN   Li navçeyên Çeşme, Bayindir û Torbali yên Îzmirê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 10 kes binçav kirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê. Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina malan de CD yên mûzika kurdî û rengê kesk, sor û zer desteser kirine. Hevserokê HDP'ê yê Bayındirê Veysel Erdem, jî hat berdan.