Rojnamevan Aslan: Kurd li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin 2019-01-14 09:08:48 STENBOL – Rojnameger Îrfan Aslan, diyar kir ku DYA li herêma Sûriye dixwaze xwe wekî hêza "Rizgarger" bide qebûlkirin, lê Kurd jî dixwazin şaşiya sedsalê rast bikin û li dijî Sykes-Picotên nû têdikoşin.  Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) demek dirêj e hewl dide li herêmê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn têxe meriyetê. Ji bo vê yekê sal bi sal yekîneyên xwe bi cih dike û hêza xwe ya eskerî li herêmê xurt dike. DYA piştî hat li Bakurê Sûriye bi cih bû, bi piştgiriya Kurdan li herêmê bi cih bû. Piştî Serokê DYA Donald Trump di 20'ê Kanûnê de diyar kir ku ew dê hêza xwe vekişînin, niqaşên nû zêde bûn. Tirkiye li aliyekî bêtir gefên xwe li Bakurê Sûriye xwar û got 'Emê li dijî Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bînin. Hêzên kurd jî Tirkiye bêminet kir. Hêzên Kurd ji bo DYA jî got 'Me ji bo hatinê bang li DYA nekiriye ji bo çûnê jî em nabêjin biçin. Lê ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ'ê herî zêde Kurdan li gel DYA şer kir, DYA naxwaze dest ji kurdan jî berde. Hêzên ku li Sûriye li dijî Rejîma Sûriye û Kurdan şer dikirin jî piştî şerê 6-7 salan tev li Idilbê asê man. Di 20'ê Çileya 2018'an de pişti Tirkiye bi hevkariya Rûsya ket Efrînê û 58 rojan bi tang, top, balafir û bi deh hezaran eskerên TSK û OSO şer kir, di roja 59'an de ketin Efrînê. Hikûmeta Tirkiye beriya hilbijartinên herêmî dîsa gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwe û dixwaze operasyona eskerî pêk bîne. Di pêvajoya ku niqaş didomin de di 8'ê Çile de Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyi yê DYA'yê John Bolton li Enqereyê hevdîtin kirin. Lê piştî hevdîtinê Heyeta DYA bêyî ku bi Serokomar re hevdîtin bike ji Tirkiye veqetiyan. Beriya hevdîtina heyetê ya li Tirkiye John Boltan, diyar kiribû ku heta peymana Kurdên Bakur diparêze neyê îmzekirin ew ji herêmê venakişin. Piştî vê hevdîtinê niqaşên li ser ziyareta Heyeta DYA û Tirkye berdewam dikin. DYA li ser niqaşan û helwesta kurdan biryara vekişînê guhert û diyar kir ku dê vekişînê dirêj bike.    Der barê geşedanên li herêmê de Rojnameger Îrfan Aslan, nirxandin kir. Aslan, anî ziman ku ji bo DYA sedema venekişînê berî her tiştî hebûna Îranê ya li Rojhilata Navîn e. Aslan, anî ziman ku DYA naxwaze şîîyên li ser xeta ji Lubnanê heta Iraqê dirêj dibin bi cih bibin û bibin xwedî war. Aslan, destnîşan kir ku DYA ji ber ku Tirkiye wekî “muttefikê” xwe yê li dijî Îranê dibîne naxwaze têkiliyên xwe û Tirkiye xera bike û wiha got: "Ji ber vê yekê têkiliyên xwe û Kurdan davêje plana duyemîn. Dîsa DYA ji ber têkiliyên Tirkiye yên bi Rûsya re bêzar e. DYA bi taybetî piştî hevditinên Tirkiye Rûsya û Îran yên li Astana û Soçî, ji Tirkiye bêzar bûye. Disa ji ber ku Tirkiye bi Rûsya re peymana fuzeyên S-400  îmze kiriye DYA ji Tirkiye bêzar e. Kongreya DYA li gel hewldana Tirkiye ya S-400'an dîsa erê kir ku fuzeyên Patriot bifiroşe Tirkiye. DYA dixwaze Tirkiye ji bloka Rûsya û Îranê qut bike u bi xwe ve girê bide. Biryara DYA ku xwest 3 rêveberên KCK’ê bigire û teslîmî Tirkiye bike jî bi van planan ve girêdayî ye."    'HELWEST Û TÊKOŞÎNA KURDAN DIYARKER E'   Aslan, anî ziman ku herî dawî helwest û biryara kurdan diyarker e û wiha pêde çû: "Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Rojava û YPG'ê kurd bi heza xwe ya cewherî xwe diparêzin û pêdiviya wan bi tu kesî tune ye. Bi hêza xwe ya cewheri têdikoşin. Dîsa di milê politik û dîplomasiyê de deriyên hevditin û diyalogan vekirî dihêlin. Bi riya hin welatên ereb hewl dide ku bi Rejîma Sûriye û Rûsya re hevditin bike. Ev hewldanên Rêveberiya Rojava nîşan dide ku her dem deriyê wan ji çareseriya diyalogê re vekirî ye. Di rojên dawî de wezîrê derve yê DYA Mike Pompeo, got "Divê Tirkiye kurdan qetil neke. Divê baweriyên cuda yên li Sûriye biparêze. Ev perçeyekî mîsyona DYA ya li Rojhilata Navîn e. Ev helwesta DYA ya nû ye. Daxuyaniya DYA ku heta kurdên Rojava neyên parastin dê xwe venekişîne nîşan dideku DYA demek nêzîk venakişe."    Aslan, bal kişand ser polîtikayên Rûsya yên li dijî Minbicê jî û wiha got: "Armanca sereke ya Rûsya dixwaze Rejîma Esad xurt bike. Dixwaze Kurdan ji konsensusa pêşniyar dikin razî bike. Mînaka şênber jî dixwaze eskerên Rejîma Suriye  li Minbicê bi cih bike. DYA jî dixwaze rola xwe ya "rizgarvan" bilîze. DYA ewil kaosê ava dike û piştre wekî "Rizgarker" nêzîk dibe. Tişta ku li Afganistan û Iraqê kir, niha dixwaze li herêmê bike. Dixwaze Pêşmergeyên Roj tev li ENKS'ê bike. Dixwaze hêzek nû ava bike. Tirkiye jî dixwaze ji vê yekê sûdê bigire êrîşek weki Efrînê li Rojhilatê Firatê pêk bîne. Hikûmeta Tirkiye beriya hilbijartinê pêdiviyê bi operasyonek wisa dibîne. Lê heta ku Tirkiye destûrê ji DYA û Rûsya negire nikare tişteki bike. Tirkiye dikare plana xwe ya pêşkêşî Rûsya kiribû biguhere.    KURD DESTÛR NADIN SYKES-PİCOT A NÛ    Aslan, herî dawî destnîşan kir ku Kurd êdî destûr nadin şaşiyên sedsala barî dubare bibin û ji bo peymana Sykes-Picot a nû dubare nebin têdikoşin. Aslan, destnîşan kir ku Kurd ji bo şaşiyên sed salên borî rast bikin şer dikin û têdikoşin.    MA / Servet Karaduman