Şenoglû û Koçyîgît bûn hevserokên HDK’ê 2019-01-13 20:29:43 ENQERE - Kongreya HDK’ê bi dawî bû û ji bo Hevberdevkiya HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ve Sedat Şenoglû hatin hilbijartin   9’emîn Lîjneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku bi dirûşmeya “Ked, aşitî, azadî û li dijî faşîzmê têkoşîna civakî’ saetên serê sibê li Otela Akar Internationalê ya Enqereyê dest pê kir, bi dawî bû. Lîsteya ku ji aliyê Komîsyona Lihevkirina Lîjneyê Giştî ve hatibûn amadekirin bi delegeyan re hat parvekirin û bi yekdengî hat qebûlkirin. Li gorî vê encamê ji bo Hevberdevkiya HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû hatin hilbijartin. Her wiha meclisa giştî ya kongreyê ku ji 120 kesî pêk tê jî hat diyarkirin.    Sedat Şenoglû piştî ku hat hilbijartin axaftineke sipasiyê kir. Şenoglû di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û ev tişt anîn ziman: “Li Îmraliyê hevdîtinek pêk hat. Me agahiyeke baş girt. Leyla Guven ne ji bo deynekî derbasbûyî ji bo pêşerojê ketiye çalakiyê.” Gulistan Koçyîgît jî ji herkesî re spas kir û ev tişt gotin: “Ez bawer dikim ku dê ev kongreya me li her derê xwe bide der. Girêk bi girêk têkoşîn derdikeve holê. Kuçe careke din bi rih dibin. Leyla Guven û girtîgeh rêya têkoşînê nîşanî me didin. Em ê jî têbikoşin.”