Gelê Wanê daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin 2019-01-13 17:30:29 WAN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk li gel welatiyên Wanê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî pêk anîn.    Gelê Wanê li gel endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin meşek girseyî pêk anîn. Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Salona Dahwetê ya Royal panela bi ser navê "Li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê û ji duh heta îro grev" pêk anî. Piştî panelê meşek girseyî li dar xistin. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak, Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Parlamentera Mûşê Mensûr Işik, Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Endamê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Zekî Gul, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, aktivîstên TJA, nûnerên KCD, Dayikên Aşitiyê û gel beşdarî panela “Pirsgirêka Tirkiye ya demokrasiyê û ji duh heta îro grevên birçîbûnê’ bûn. Di panelê de destpêkê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol axivî û got nêzikatiya CPT û DMME ya ji bo tecrîdê bi pirsgirêk e û dixwazin tecrîdê veşêrin. Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Parêzer Mensûr Işik jî axivî û wiha got: “Hevdîtina duh nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin, pêşiya demokrasî û azadiyê hatiye vekirin û dawî li berxwedan û grevên birçîbûnê hatiye.”   Endamê Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî wiha got; “Em tu caran tecrîda Îmralî qebûl nakin. Em TJA dibêjin tecrîd li ser jinan didome. Kolan, xebat û jiyan ji bo me hatiye tecrîdkirin û em vêya qebûl nakin. Tecrîd li ser me hemûyan e û tecrîd li girtîgehan e. Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê ranewestin. Leyla Guven û hevalên di greva birçîbûnê de silav dikin.”   Endamê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Zekî Gul jî wiha got; “Li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan pirsgirêka demokrasiyê ye. Dema em li grevên birçîbûnê dinêrin ne mumkun e ku em zindana Amedê ji bîr bikin. Weke bijîşk rewşên ku em jê şerm dikin hene.”   Girseya ku di navde hevserok û parlamenter ji hebûn piştî panelê peşek girseyî pêk anî. Girseya ku derketin kolana Komarê (Cumhuriyet) bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Leyla” û “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin. Girse heta avahiya HDP'ê ya Rêya hevrîşîmê meşiyan.