Ji Odeyên Tabîban ên Herêmê: Ji bo çareseriyê gavan bavêjin 2019-01-13 17:02:58   AMED – Odeyên Tabiban ên Herêmê, diyar kirin ku wan ji Wezareta Dadê xwestiye ku ji bo rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kontrol bikin û muayine bikin girtiyan ziyaret bikin, lê wezaretê ev yek qebûl nekiriye. Odeyên Tabiban, ji hikûmetê û rêxistinên eleqeder xwest ji bo li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest nedin gavên çareseriyê bavêjin.   Odeyên Tabiban ên Herêmê yên Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan û Colemêrgê li Şaxa Odeya Tabiban a Amedê kom bûn û têkildarî helwesta Wezareta Dadê ya li dijî girtiyên di çalakiyê de daxuyanî dan. Nûnerên odeyan ên bajarên herêmê tev li civina çapemeniyê bûn. Daxuyaniya tirkî Hevserokê Odeya  Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demir, daxuyaniya Kurdî jî Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Orhan Îlîm xwend.    Îlîm bi kurdî daxuyanî xwend û wiha got: "Em êdî naxwazin li Zindanan ji ber grevên birçîbûnê yen bêdem û bêdorveger xisarên mayinde û mirin çê bibin! Salên borî li zîndanên tirkiyê ji bona sererastkirina şert û mercên zîndanan û bi armanca asêkirina îşkenceyê ji aliyê girtiyan ve gelek caran çalakiyên greva birçîbûnê rû dan. Mixabin îro carke din grevên birçîbûnê di rojevê de ne. Li gelek zîndanan girtî ketine greva birçîbûnê û hejmara wan roj bi roj zêdetir dibe. Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven her çiqas wek parlementer hatibe hilbijartin jî hîn di zindana tîpa E ya Amedê tê girtin û greva wê ya birçîbûnê kete roja 67’an.Li gorî daneyên destê me yên dawî ji 5’ê Çileya 2019’an vir ve derdora 20 zîndanan heya niha 226 kes ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û her diçe diçe çalaki li zîndanên din jî belav dibe."    Îlim, anî ziman ku bi armanca rewşa girtiyên ku ketine grevê binirxînin, wan muayene bikin, di derbarê grevê de wan agahdar bikin, girîngiya girtina wîtamîna B1’ê vebêjin, li ser navê odeyên bijîşkan me lijneyek ava kir û bi dozgerê zindana amedê re hevdîtinek pêk anî û wiha berdewam kir: "Dozgeriyê ev daxwaza me ji wezareta dadê re şand. Lê mixabin daxwaza me nehate pejirandin. Ji ber vê yekê em agahiyên di derbarê rewşa tenduristiya  girtiyan ji parêzer û malbtên wan  digrin û li gorî daneyên deste me rewşa wan gihêştiye asteke xetere û ber bi mirinê ve diçe. Çalakiya parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven  ketiye roja 67’an. Bêhal û bêtaqet ketiye, gelek kilo daye, dîtin û bihîstinê de dijwariyê dikişine, tansiyona wê ketiye û êdî nikare bimeşe. Her wiha ji ber dilxelîn û vereşê di vexwarinê de zordariyê dikişine, li hemberî deng hesasiyet çêbûye û ev du roj in herareta bedena wê zede dibe û nikare derkeve hevdîtina parêzeran. Em wek bijîşkan her wext mafê jiyanê diparêzin û tu car çalakiyên bi vî rengî erê nakin. Pîşeya hekîmtiyê li hemberî her cure zirardîtina însên disekine. Ji ber vê divê demildest jiyaneke însanî esas bê girtin û şert û mercên zindanan li gorî vê rastiyê bên sererastkirin"    Îlîm, destnîşan kir ku wan wekî odeyên bijîşkan ên herêmê bi saziyên din re platforma şopandinê ya zîndanan ava kiriye û wiha bi dawî kir: "Wek platform em dixwazin li hember daxwazên girtiyan rêz were nişandan û tu girtî di bin tecrit û îzolasyonê de neye girtin, û mafên wan ên însanî bên teslîmkirin. Di grevên birçîbûnê yên borî de gelek encamên neyînî û giran derketibûn holê. Em naxwazin careke din bi mirinan re rû bi rû bimînin. Em li ser navê odeyên bijîşkan di serî de bang li hukumet û wezaretên  têkildar dikin ku ji bona encamên xeternak çê nebin, peywira  xwe bînin cih. Her wiha ji bona mirin çênebin em bang li hemû kesan dikin ku dereng neminin û gav bavêjin. Divê wezareta dadê di sêrî de daxwaza dîtin û muayenekirinê ya odeyên tabîban û daxwaza ziyaretkirinê ya saziyên din qebûl bike. Em vê daxwaza xwe li pêşberî we cardin dubare dikin."