‘Divê dewlet guh bide daxwazên girtiyan’ 2019-01-13 16:55:47   STENBOL - Înîsiyatîfa Girtîgehan a Grevên Birçîbûnê, bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin daxuyanî da û got: “Divê dewlet guh bide daxwazên girtiyan.”   Înîsiyatîfa Girtîgehan a Grevên Birçîbûnê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya grevên birçîbûnên yên  Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colamêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayîn dest pêkirin, daxuyaniyê çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê ya Esenyûrtê pêk hat û di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Guven mafdare, divê tecrîd bê rakirin” hat vekirin.    Ji rêveberên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxarên Marmara Ferhat Yildiz daxuyanî da û wiha axivî: “Şer li ber deriye me ye û temînatê aştiyê dibin tecrîdê deye.Tecrîd sûc mirovahiyê ye. Ev 3 salin destûr nayê dayîn ku Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ocalan dibin tecrîdek mutlak deye. Li tu welatên cîhane bêhiqûqiyek wiha nehatiye jiyîn û dîtin.”   Yildiz, diyar kir ku dibe ku êdî pir dereng be û wiha daxwazên xwe rêz kirin: “   “* Divê raya giştî ya navneteweyî li ser dewleta Komara Tirkiyeyê zextan bike.   *Divê hemû STK’a xwedî hiqûq û tenduristiya mirovan derbikexin.    *Divê odeyên pişeyî xwedî girtî û pêvajoyê derkevin.    *Divê ronakbîr, demokrat, civaknas û şoreşger berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin bi hestiyar tevbigerin.    *Divê dewlet daxwazên girtiyan bi cih bîne.”