Nasnameya cenazeyê li Peyasê hat dîtin, diyar bû 2019-01-13 14:00:24   AMED - Hat diyar kirin ku cenazeyê parçekirî yê Peyasê hat dîtin aîdê Recep Urkek e û du kes darbarê bûyerê de hatin binçavkirin.    Li ber deriyê apartmanekê li taxa Peyas a navçeya Peyas a Amedê, di qutiyek kartonê de cenazeyê zilamekê nasnameya wî ne diyar hatibû dîtin. Piştî lêpirsîna hat kirin, derket holê ku cezayê hatibû parçekirin aîdê Recep Urkek ê 52 saliye. Derbarê kuştina Urkek de H.U. û V.O. hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.