Leyla Guven nekarî derbikeve hevdîtina parêzeran 2019-01-13 13:54:37   AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, ji ber rewşa tenduristiya xwe nekarî derbikeve hevdîtina parêzerê xwe.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 67 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, ji ber rewşa tenduristiyê xwe nekarî îro derbikeve hevdîtina parêzeran. Parêzerên Guven duh jî çûbûn Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, lê Guven li ber rewşa tenduristiya xwe nekarîbû derbikeve hevdîtina parêzeran.      Parêzerê Guven Serdar Çelebî, serê vê sibê carek din çû Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, lê Guven dîsan jî ji ber pirsgirên giran ên tenduristiya xwe nekarî derbikeve hevdîtina parêzer.