Pêkhatiyên Helebê ji QSD'ê xwest Tirkiye ji Idlibê derxin 2017-11-02 13:40:52 HELEB - Niştecihên Idlibê yên li Helebê bi cih bûne, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û saziyên navneteweyî kirin ku hêzên Tirkiye yên Idlib dagir kiriye ji nava axa wan derxin.  Niştecihên Idlibê yên li Helebê bi cih bûn, diyar kirin ku baweriya wan bi hêzên QSD heye û bawer dikin ku hêzên QSD ê banga wan dê bibhîze û wan ji tarîtiya çeteyan xelas bikin.   Buroya Meclisa Sûriya Demoqratîk li Helebê civînek giştî ji bo nîqaşkirina pêşketinên herî dawî li pêşiya buroya xwe beşê Rojhilat li taxa Şêx Meqsûd li dar xist.    Civîn bi pankartên “Niştecihên Idlibê bang li QSD ê dike ku me ji terorê û Tirkan xelas bike. Niştecihên Sûriyê li dijî dagirkeriyê û terorê yek in ” vekirin. Bi dehan ji niştecihên bajarê Idlibê ku niha li Helebê bicih dibin, niştecihên taxên Rojhilat, Benî Zeyd , Eşrefiyê, Taxa Şêx Meqsûd û gelek ji pêkhateyên Sûriyê di heman demê de   endamên encumen, sazî û endamên Asayîşê amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Berdevkê Fermî yê QSD ê yê Buroya Helebê Yehya Mehmud rizgarkirina bajarê Reqayê li tevahiya gelê Sûriyê û hêzên QSD ê pîroz kir.  Mehmud diyar ku Gelê Sûriyê ji ber kiryarên terorê gelek êş û komployên bi hevpeyman ku ji aliyê dijberên gelê Sûriyê hatibû kirin, di serî de jî Dewleta Tirk kişandiye û wiha got: "Lê em wek gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî terorê û dagirkeriyê yek beden in. "    Mehmud, bal kişand ser rola hêzên QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê û wiha got: "Terora ku ji aliyê navdewletî ve hatiye organîzekirin ku di bin perdeya ol de û bi navê DAIŞ de derkete holê tu hêz ji dervey QSD'ê nikarîbû li hemberî wî şer bike. Hêzên QSD'ê bi pilana xwe bi hemû hêza xwe wekî bahozê bi mêrxasî li dijî DAIŞ ê derket û mesajek ji bo giştî cîhanê da ku ew bi tenê dikarin li dijî terorê şer bikin û niştecihan rizgar bikin.     Mehmud bang li hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û xwest bi lezgînî mûdaxeleya Idlib bikin da ku li dijî dagirkeriya Tirkyê ku hêzên xwe li Idlibê niha bicih dike şer bikin û wiha berdewam kir: "Ji bo banga bi deh hezaran a niştecihên Idlibê em di wê baweriyê de ku wê QSD'ê dengê wan bibhîze û wan ji zilma çeteyan xelas bike. "    Piştî Mehmut, Hevserokatiya Encumena QSD li Helebê Fehîma Hemo daxuyanî xwend û wiha got: “Dewleta Tirkiye di hewildanên di çarçoveya şerê li ser heremên Sûriyê û daxwaza wê ya xerabkirina  dengeya heremê di heman demê de tehrîkirina danûstandinên di riya lihevkirina siyasî de didome.  Ji aliyekî ve jî desthiladarên Tirkyê bi zextên xwe yên leşkerî di xizmeta milîsên wê yên ku derbeyan li pêkheteyên welêt dixin û derbasbûna wê ya Sûriyê wekî mezintirîn êrîş tê hesabkirin."        Hemo, anî ziman ku piştî binketina dewleta Tirkiyê bi fitneya di nav pêkhateyên gel de, derbasî nava çareseriya Sûriyê ji bo talokirinê bû û wiha got: "Di riya civînên bi şeraket ku tê binavkirina Astana derbasî xaka Sûriyê bû. Bi vê re gelê Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan dan. Niha gel bi hemû pêkhateyên xwe û bi hêza xwe ya niştîmanî serî radike da ku plana dagirkeriyê binpê bike. Li dijî terorê û dagirkeriyê, Sûriyê yek beden e.    Em wekî Encumena QSD ê ji civaka navnetewî û desteya Netewên Yekbûyî daxwaz dikin ku li ser dagirkeriya Tirkiyê zextekê bikin da ku ji xaka me derkeve. Em ji hemû saziyên mirovî  û hêzên aştiyane daxwaz dikin ku hemû komployên li ser gelê Sûriyê rawsetînin û em bangî kongireke niştîmanî dikin ku di bin yek dûrşemeya de dikin”.       Civîn û daxuyanî bi dirûşmeyên ku yekîtiya Sûriyeke azad û demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş bang dike, bi dawî bû.