Bi nivîsan piştgirî dan Guven 2019-01-13 12:55:04   MÊRSÎN - Li Mêrsînê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda Îmraliyê dabû destpê kirin, li wer dîwaran nivîs hatin nivîsandin.    Çalakiyên piştgirî dayîna, çalakiya greva  birçîbûna Hevseroka KCD û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabû destpê kirin, berdewam dikin.   Li ser gelek dîwarên kolanên Mêrsînê nivîsên “Leyla Guven”, “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila tecrîd bi dawî bibe” hatin nivîsandin