Rojnameger Ceyda Karan: Tirkiye di Rojhilata Navîn de asê ma 2019-01-13 12:00:13   ENQERE - Rojnameger Ceyda Karan, diyar kir di ziyareta Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê DYA John Bolton a Tirkiye de DYA û Tirkiye li ser heman armancê nebûne yek. Karan, destnîşan kir ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn asê maye.    Di 8'ê Çile de Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyi yê DYA'yê John Bolton li Qesra Serokomar a Enqereyê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin, Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal, Cîgirê Wezîrê Paraktina Neteweyî Yunus Emre Karaosmanoglu, Cîgirê Serokê MÎT'ê Cemalettin Çelik û endamên delegasyonên din tev li hevdîtinê bûn. Heyeta DYA jî di bin serokatiya John Bolton de Serfermandarê DYA Joseph Dunford, Nûnerê taybet ê Angajmanê Suriye James Jeffrey û endamên din amade bûn. Hevditinê 2 saet û 10 dk yan berdewam kir. Lê piştî hevdîtinê Heyeta DYA bêyî ku bi Serokomar re hevdîtin bike ji Tirkiye veqetiyan. Beriya hevdîtina heyetê ya li Tirkiye John Boltan, diyar kiribû ku heta peymana Kurdên Bakur diparêze neyê îmzekirin ew ji herêmê venakişin. Piştî vê hevdîtinê niqaşên li ser ziyareta Heyeta DYA û Tirkye berdewam dikin. Li gel ku DYA got "Kurd dê bên parastin" jî Serokomar Tayyip Erdoğan, bal kişand ser PYD’ê û got: “Li dijî komên terorê lihevhatin nayê kirin. Amadekariyên operasyonê didomin". Hevserokê PYD'ê Şahoz Hasan jî bi AP’ê re roportaj kir û diyar kir ku ew li dijî êrîşên Tirkiye amade ne û dê bi berxwedanê bersîvê bidin êrîşan.    Rojnameger Ceyda Karan ku ji nêzîk ve geşedanên li herêmê dişopîne diyar kir ku Armanca DYA û Tirkiye ya li herêmê dûrî hev in û li ser heman daxwazê nabin yek. Karan, bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Erdogan a “Ne muxatabê min e. Kalin muxatabê wî ye" ku nexwest bi Bolton re bê cem hev û wiha got: "Ev bi zimanê diplomatik “rest” e. Ez bawer nakim ku Bolton ev resta Erdogan li ber çavan girtibe. Bolton beriya ku bê Tirkiye bi zanebûn got “Heta ku peymana Kurdan diparêze neyê îmzekirin DYA eskerên xwe ji herêmê venakişine" bi zanebûn gotiye. Bolton ev daxuyanî bi zanebûn got. Hevdîtina Trûmp a bi Erdogan re jî tê vê wateyê. Bêyî ku yekîneya xwe guhdar bike bi lez ji Erdogan re gotibû "Ez vedikişim' Bi qazî ez dizanim Brokrasiya Ewlehiyê ya DYA ligel gotinên Trump naxwaze xwe vekişîne. Ji ber ku DYA xwe vekişine dê meydan ji Tirkiye, Îran û Rûsyayê re bimîne. Ev jî nîşan dide ku Îsraîl dê têkeve bin tehdîtan. Ji ber vê yekê bawer dikim ku Burokrasiya Ewlehia DYA diyarker e."     TIRKIYE ASÊ MA   Karan, herî dawî anî ziman ku Tirkiye avakirina siyasî ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo xwe wekî tehdît dibîne, lê DYA wekî wê hevpar nafikirie. Tirkiye di salên dawî de li Rojhilata Navîn li macarayê geriya û bi polîtîkayên xwe, li herêmê asê maye. Ger ku piştgiriya hewayî tune be dê li herêmê çi bike? Ji bo piştgiriya hewa an Rûsya, an jî DYA divê piştgiriyê bide. Tirkiye an xwe davê vî alî, an jî xwe davê wê alî. Ev pirsgirêk e û wê li herêmê asê dike."