‘Dilê girtiyê nexweş Kalay êdî ranake’ 2019-01-13 11:31:04   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Kamîl Tûranlioglû yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira dimîne, diyar kir ku dilê girtiyê nexweş Abdullah Kalay êdî ranake û rewşa wî nebaşe.    Girtiyê nexweş Kamîl Tûranlioglû yê li Girtîgeha  Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira dimîne, bi nameyekê rewşa girtiyên nexweş ên mîna wî rastî binpêkirinên mafan tên vegot.    Tûranlioglû, di nameya şande wiha got: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, bi hincetên cuda sewqên girtiyan ji bo nexweşxaneyan nayên kirin. Dema tên kirin jî, di ringan de girtiyên nexweş dibin nexweşxanê. Ringên ku mirovek saxlem jî nikare lê siwar bibin û weke wesayîtên herî xerab tên pênasekirin, girtî û hikûmxarên nexweşîna agiran bi van wesayîtan sewqî nexweşxaneyan dikin. Di van ringan de sê kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Abdûllah Kalay yek ji girtiyên nexweşe ku rayedarên girtîgehê tim li ser ferz dikin ku wî di ringên yek kesî yên weke goran de, bibin nexweşxanê. Bi armanca kuştina van ringan li ser girtiyên nexweş ferz dikin. Dîsan berê jî mafê me yê sohbetê hatibû xesp kirin. OHAL rabû, lê heman xespên mafan berdewam dikin.”   'DIXWAZIN FATÛREYA KRÎZA ABORÎ BI ME BIDIN DAYÎN’   Tûranlioglu, da zanîn ku rayedarên girtîgehê ji Îlona 2018’an ve heman xwarinê dide wan û wiha pê de çû: “Xwarinên xirab tên çêkirin ên weke nîsk, meqerne-bezelye, pirasa û dem bi dem nok, fasûlî û birinçê didin me. Ji xwe guşt qet nadin. Mehê carekê parçeyek biçûk a guştê mirîşkê didin. Xwarinên me hatine kêmkirin û dixwazin fatûreya krîza aborî bi me bidin dayîn. Ji ber krîza aborî hemû tiştên kantînê 2 qat bihatir bûne. Mînak kaxiza tuvalete bi 52,25 TL difiroşin me û kîloya firîngiyan jî bi 6.50 TL ne.”   REWŞA GIRTIYÊ NEXWEŞÎNA GIRAN KALAY     Tûranlioglu, di dawiya nameya xwe de bal kişand ser rewşa Abdullah Kalay ê di lîsteya girtiyên nexweşîna giran de cih digire û wiha bi dawî kir: “Kalay di sala 2012’an de krîza dil derbas kir. Ji ber ku rayedarên girtîgehê du saet û nîvê dereng birin nexweşxanê, stent li demarê xwînê yê li laş belav dike ve kirin û paşve şandin girtîgehê. Ji ber vê texrîbatek mezin di canê wî de çêbûye. Êdî dilê wî ranake û rewşa wî nebaşe.”