Tirkiye û Sûriye li Idlibê hatin hemberî hev 2019-01-13 10:59:52   IDLÎB – Li Sûriye çavê her kesî li bajarê Idlibê li ser eniya Rizgariya Neteweyî ya di kontrola Tirkiye deye û navê wê yê niha Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) ya bajar xistiye bin kontrola xwe ye. Geşedanên li herêmê Rejîma Sûriye xist nava tevgerekê. Li aliyê din Tirkiye sewqîyata ser sînor berdewam dike. Her kêlî dibe ku Rejîma Sûriye û Tirkiye bên hemberî hev.    Tirkiye ji bo li Minbicê operasyona eskerî bike, di nava hewldanên dîplomatîk ên navneteweyî de ye. Li bajarê Îdlib, piştî komên çekdar ên di bin kontrola Tirkiye de ketin nava hev, çavê her kesî zîvirî ser Idlibê. Eniya Rizgariya Neteweyî ku navê wê yê berê El Nusra bû, piştî derbasî Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) bû, Idbil ket bin kontrola  HTŞ yê. Piştî aloziyên li Idlibê zêde bûn, Rejîma Sûriye hêza xwe li ser xeta bajarên Heleb, Hama û Lazkiye yên li Başûrê Idlibê ne bicih kir. Rejîma Sûriye dem bi dem topan davêje herêma di kontrola HTŞ'ê de. Li aliyekî Sûriye eskeran sewq dike, li aliyê din Tirkiye eskeran sewq dike û dibe  ku di her keliyê de şer dest pê bike.    BÊDENGÎ HEYE   Tirkiye ku li Idbilê bûye garantor, heta niha der barê Idbilê de tu daxuyanî nedaye. Îran û Rûsya jî têkildarî vê yekê tu daxuyanî nedaye. Li aliyê din DYA, Fransa, Almanya, Îngiltere û Îsrail ku demeke dengê xwe bilind dikir jî bêdeng e.    HTŞ BÊTIR BI HÊZ BÛ   HTŞ, bi salan e bi piştgirî û alîkariya Tirkiye xwe li herêmê xurt û hêz dike. Heta niha HTŞ ji xeynî herêmênê Cisr El Şugur, Maaret El Numan, Ariha li ser tevahiya Idbilê serwerî kiriye. Di nava HTŞ'ê de kesên ku Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Rejîma Îranê diparêzin jî hene. HTŞ daxuyanî da ku şerê Tirkiye û herêma Hêzên Bakur u Rojhilatê Sûriye wan eleqeder nake. Ev wekî daxuyaniya milê Erebîstana Siûdî tê famkirin. Serweriya Erebîstan a Siûdi di heman demê de wekî serweriya DYA tê famkirin. Ev jî nîşan dide ku li geşedanên Idlibê rola DYA jî heye. Îdbil wekî bajarê ku deriyê herêmê vedike Derya Spî tê nasîn. Îdlib, di heman demê de di nava plana Îranê ya Kevana Şîî de jî cih digire. Ji ber vê yekê geşedanên li Idlibê di heman demê de Îranê jî eleqeder dike. Êrîşa Îsraîl a mutefîkê DYA, ya li dijî Sûriye jî bi vê yekê ve girêdayî ye.    ROLA DYA Û RÛSYA    Piştî Îsrail li dijî van hêzên Îranê yên li Sûriye êriş pêk anî, Rûsya bertekek xurt nîşan neda. Di vê pêvajoya ku li Sûriye şerekî nû dest pê bike, herî zêde Tirkiye û Îran tê asê bibin. Hêzên navneteweyî ewil hewl didin ku bandora Tirkiye ya li Idlibê bişkînin. Ev nîşan dide ku Rûsya û DYA li  herêmê li ser hin mijar û xalan li hev kirine.    Dîsa Erebîstana Siûdî û Misir ji hebûna Tirkiye ya li Sûriye bêzar e.    Li aliyê din hikûmeta Esad û bi rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye re di nava tekiliyê de ye. Di nava van geşedanan de herî zêde li Idlibê komên HTŞ UKC ketin pevçûnê û HTŞ bi ser ket. Her gavê alîgirên van eniyan dibe ku bên guhertin. Rejîma Sûriye pişti van geşedanan ket nava tevgerê. Li dijî kozik û komen HTŞ'ê dest bi êrîşên tang û topan kirin. Rûsya jî li herêmê hêza xwe xurt kir. HTŞ jî ji gelê herêmê dixwazin ku xwe li gorî şer amade bikin. Tirkiye jî esker û malzemeyên eskerî sewqî sînorê Hatayê dike û amadekariya şer dike. Ger ku rejîma Suriye têkeve nava tevgerê dê peymana Astana û Soçi ji holê rabe.