Hesabê Wekîlê HDP'ê Omer Ocalan şikandin û agahiyên şaş parvekirin 2019-01-13 09:47:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê twîtterê yê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan şikandin û li ser navê Omer Ocalan agahiyên şaş parve kirin.    Şeve din Hesabê twîtterê yê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan şikandin û li ser navê Omer Ocalan nivîsên ku agahiyên şaş û civakê têxin nava fikaran nivîsandin. Li ser hesabê Ocalan ê hat şikandin nivîsa ku esl û fesla wê tune ya “Mamê min ê Rêzdar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet di 22:31’an re rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxaleyan ji yana xwe ji dest daye" belav kirin. Dîsa li ser heban hesabî vê carê wêneyê Heyv û Stêrkê û amblema Akademiya Tîm heta belavkirin.    Balkêş e piştî Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî, hesabê Omer Ocalan hat şikandin.