Eleqeya ji bo Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê kêm bû 2019-01-13 09:02:07   EDENE - Weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bûn, destnîşan kirin ku ji ber bihabûna kirêya standan û ji ber krîza aborî ku tesîr li hejmara xwîneran kiriye, pêşangeha îsal baş derbas nebûye.    Wê îro Pêşangeha Pirtûkan a 12'an a Çûkûrovayê bi dawî dibe. Lê belê îsal eleqeya ji bo pêşangehê kêm bû. Weşanxaneya bilêv kir ku ev yek ji ber krîza aborî ye.    'ELEQE KÊM BÛYE'   Ji Weşanxaneya Avayê Ronî War diyar kir ku li gor salên berê hejmara xwîneran kêm bûye. War, destnîşan kir ku sedemeke vê jî krîza aborî ye ku tesîr li xwîneran kiriye. Her wiha War, da zanîn ku îsal kirêya standan jî zêde bûye. War, anî ziman ku li gor salên borî îsal eleqeya ji bo pêşangehê kêm bûye. Her wiha edîtorê Weşanxaneya Aramê Ûlaş Guldîken jî destnîşan kir ku şert û mercên hewayê û bihabûna fiyetên kaxez û pirtûkan jî tesîr li vê yekê kiriye. Guldîken, anî ziman ku ger heqê kirê û sandan bê kêmkirin û piştgiriya ji bo weşanxaneyan wekhev be wê şik û gumanên ji bo beşdarbûyîna pêşangehan kêm be. Xebatkarê Weşanxaneya Korê Bûrhan Coşar jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî beşdarbûyîna ji bo pêşangehê kêm bû. Coşar, bilêv kir ku herî zêde xwendekarên dibistana seretayî û lîseyê hatine pêşangehê û profîla xwîneran kêm bûye.    Coşar, diyar kir ku bihabûna kaxezan bandoreke mezin li weşanxaneyan kiriye û got: "Ji ber vê em mecbûr dimînin fiyetên pirtûkan biha bikin. Ji ber bihabûna fiyetên kaxezan, di warê kaxezê de jî krîzek rû da. Ji ber fiyet biha bû, hin derdoran kaxez veşart. Loma di peydakirina kaxezê de em tengijîn û her wiha ji ber bihabûna fiyetan jî. Bandorke jê nediyarbûan pêşerojê û ya din jî krîz aborî ye. Ev yek zêde tesîrê li mirovan dike. Mirov êdî ji bo tiştên çandeyî pereyan xerc nakin."    NAVEROKA TÊGÎNA PIRTÛKÊ HAT VALAKIRIN    Nivîskarê Weşanxaneya Oetekiyê Vedat Yenîçerî jî, anî ziman ku 4 sal in ew beşdarî Pêşangeha Çûkûrovayê dibin û got: "Demeke dirêj e ku polîtîkayeke dewletê ya naveroka têgîna pirtûkê vala dike heye. Ji ber vê polîtîkayê profîleke ku tu eleqeya wê bi pirtûkan û weşanê tune ye derket holê."    Yenîçerî, diyar kir ku dewlet ji dêvla profîleke berpirsiyar, profîleke dide dû qezencê bi cih kiriye. Yenîçerî, bilêv kir ku sermayeyeke monopol bia wayekî sîstematîk ketiye nav cîhana weşanê û bi çapemeniya di dest xwe de xwîneran ber bi xwe ve dikişînin.    KIRÊ BIHA NE    Yenîçerî, bal kişand ser bihabûna kirêya standan jî û got, divê TUYAP dev ji fiyetên biha berde. Yenîçerî, anî ziman ku her diçe weşangeriya açndeyî kêm dibe û ji ber vê her diçe rewşa wan zehmetir dibe.    MA / Hamdullah Kesen