ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-13 09:00:25     * Weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bûn, destnîşan kirin ku ji ber bihabûna kirêya standan û ji ber krîza aborî ku tesîr li hejmara xwîneran kiriye, pêşangeha îsal baş derbas nebûye.    * Alîgira Serokatiya Federasyona Komeleyên Kangalê Hacer Elçîn, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne pirsgirêka kurda ye û got: "Weke jineke elewî û tirk tecrîd pirsgirêka min e jî. Loma ji dil û can piştgiriyê didim çalakiya Leyla Guvenê."    * Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Figen Altindag ku ereb e, diyar kir ku dê rêveberiya şaredariyê jî wekî nexşeya Mêrdîn rengîn be û di navde çanda ereb, kurd, suryanî û nasnameyên din hebe. Altindag, da zanîn ku ew dê di 31'ê Adarê de rêveberiyek nû ava bikin.    * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Salona Dahwetê ya Royal panela bi ser navê "Li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê û ji duh heta îro grev" pêk bîne. (12.00)   * Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dê der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de civîna gel pêk bînin. (14.00)