Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê hevdîtina bi Ocalan de daxuyanî da 2019-01-12 22:08:12   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi malbatê re bi awayekî nivîskî daxuyanî da.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de bi awayekî nivîskî daxuyanî da.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îro muwekîlê wan Birêz Abdullah Ocalan bi birayê xwe Birêz Mehmet Ocalan re hevdîtinek pêk aniye û got: "Muwekîlê me Abdullah Ocalan piştî du sal û nîvan îro hevdîtineke kin bi birayê xwe re pêk aniye. Maf û azadiyên bingehîn ên di çarçoveya rêgez û qanûnên gerdûnî de nabin mijara nîqaşê. A esas ew e ku tevî hemû hewldanan zêdetirî 7 salan e parêzer nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin. Piştî sê salan, ji bo mafê jiyanê bê teyîtkirin hevdîtineke 15-20 deqîqeyî pêk hatiye û divê mafên qanûnî yên muwekîlê me demildest bên tesîskirin."