Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî 2019-01-12 21:16:24     NAAVENDA NÛÇEYAN – Piştî du salan şûnde Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî.     Paarlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, daxuyand ku îro Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk aniye.   Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtin li ser agahdarkirina tendirustî û mafê jiyanê ye, eleqeya hevdîtinê hatiye kirin bi tecrîdê tune ye.   BÛLDAN: HETA ÇEND ROJAN EM Ê GELÊ XWE AGAHDAR BIKIN Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan der barê hevdîtina bi Ocalan re li ser medyaya civakî daxuyand û got:“Mehmet Ocalan îro bi birayê Birêz Abdullah Ocalan re îro hevdîtin pêk anî. Rewşa tenduristiya Birêz Ocalan baş e û em ê di vî warî de çend roj şûnde gelê xwe bi berfirehî agahdar bikin." Herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anî bû. Her wiha ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve jî destûr nayê dayîn ku parêzer biçin serdana Ocalan.