Xizmên windayan bal kişandin ser rewşa Guven 2019-01-12 15:51:24   ÊLIH – Xizamên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya hefteya 424’emîn li dar xistin û di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Leyla Guven a 66 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de.   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê çalakiya xwe ya hefteya 424’emîn li dar xistin û aqûbeta windayan pirsîn. Parlementerên HDP’ê yên Êlihê Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de aqûbeta Mahmût Demîrel ê di 2’yê Nîsana 1994’a de hatibû serwindakirin, hat pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Fahrettîn Asûtay, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Demîrel dema di mînîbusa nava bajêr a Êlihê de dixebitin hat windakirin. Ji wê demê û şûn de tu agahî jê nehatin girtin.”     Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî jî piştî Asûtay axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven. Asûtay, diyar kir ku pêkanînên dij demokratîk li Tirkiyeyê tên jiyîn û wiha got: “Em îro di korîdorên Şaxa ÎHD’ê de, şahidê vê yekê ne. Ev koridor rewşa li Tirkiyeyê bi awayekê pir zelal datîne holê. Parlementera me Leyla Guven îro li dijî pêkanînên bêhiqûqî yên li Tirkiyeyê tên jiyîn, 66 rojin bedena xwe  ji birçîbûnê re razandiye. Êdî bila ev pêkanîn bi dawî bibin. Bila daxwazên Guven bên qebûlkirin.”   Piştî axaftinan, xizmên windayan ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.