'Di 2018'an de 22 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan' 2019-01-12 15:45:13 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 355'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê diyar kir ku di sala 2018'an de herî kêm 22 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Komîsyonê destnîşan kir ku wan ji Wezareta Dadê dane xwestine, lê wezaretê agahî bi wan re parve nekirine.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 355'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin, lê polîsan destûr neda ku li qadê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê komîsyonê li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û pankarta "Rûniştina F a 355. Di 2018'an de girtiyên jiyana xwe ji dest dan" Endama Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD ya Stenbolê Hatice Onaran, der barê rewşa girtiyên jiyana xwe ji dest dan agahi dan. Onaran anî ziman ku wan ji Wezareta Dadê der barê rewşa girtiyên nexweş û jiyana xwe ji dest dane de agahî xwestiye, lê Wezaretê agahî nedane wan. Onaran da zanîn ku wan ev agahî bi rêya parêzer û çapemeniyê kom kiriye. Başaran diyar kir ku di sala 2018'an de herî kêm 22 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Em dibêjin tecrîdê rakin û bila mirin çê nebin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê mijdarê de li Girtîgeha tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kiriye. Guven 66 rojin di çalakiyê de ye. Dîsa di 16'ê kanûnê de li gelek girtîgehan girtiyan dest bi çayakiya bêdawi û bêdorveger kirin.  Pêdiviyên girtiyan ên şekir, xwê, av û vîtamîna B12 nadin wan. Tecrîd îşkence û sûcê mirovahiyê ye."    'JI BER NEXWEŞIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN'   Onaran, destnîşan kir ku piraniya girtiyan ji ber nexweşiyan ji yana xwe ji dest dane û wiha bi dawî kir: "Di sala 2018'an de li girtîgehan ji ber nexweşiyan 22 girtiyan ji yana xwe ji dest dan. 22 girtiyên di 2018'an de jiyana xwe ji dest dan wiha ne:    "* Îbrahim Akbaba ê 70 salî li Girtîgeha Tîpa F a Edirne.    * Koçer Ozdal ê 70 salî piştî rakirin nexweşxaneyê 10 roj şunde li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * Celal Şeker, di 19'ê Çile de krîz derbas kir û di 3'ê Çile de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * Emre Kambur'un, di 20'ê Çile de li Girtigeha Tîpa E a Bahçeçîk a Trabzonê jiyana xwe ji dest da.    * Burhan Karatay, di 7'ê mijdarê de li Girtîgeha tîpa E ya Giresunê    * Îbrahim Yılmaz ê 77 sali di 11'ê Cotmeha 2018'de de li Girtîgeha Tipa E ya Erziromê,    * Huseyin Bozyigit, di 7'ê Cotmehê de li Girtîgeha tîpa M a Êlihê,    * Sabri Çolak, di 24'ê Tebaxê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê,    * Davut Demirkale, di 14'ê Tîrmehê de li Girtîgeha tîpa E ya Mêrsinê,    * Nesrin Gençosman, di 11'ê Tîrmehê de li Girtîgeha Ordu,    * Zeki Guven, di 1'ê hezîranê di li Girtîgeha Eskişehirê    * Îbrahim Halîl Ozyavuz, di 1'ê Hezîrê de li Girtîgeha Sîlîvrî.    * Ugur Kart, di 28'ê Nîsanê li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê,    * Halime Gulsu, di 27'ê Nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Tarsusê    * Cemal Gurer, di 25'ê Nîsanê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtdê,    * Îsmail Arslan, di 7'ê Nîsanê li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Bandırmayê,    * Teoman Gokçe, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Sîncanê,    * Sefer Çaglar, di 20'ê Adarê de li Girtîgeha tipa F a Wanê,    * Ahmet Încir, di 16'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa E a Amedê,    * Ahmet Turan Ozcerit, di 12'ê Sibatê de li Girtigeha tîpa T a Bandırma,    * Vahyettin Yahya Bayat, di 9'ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê,    * Abdullah Gulle, di 22'ê Çile de li Girtîgeha Tîpa E a Giresun ê    * Lokman Ersoy, di 8'ê Çileya 2018'an de li Girtîgeha Tîpa L a Kepsutê ya Balikesirê jiyana xwe ji dest dan.