Bi hezaran Kurd û dostên wan li Parîsê kom bûn 2019-01-12 14:34:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan di 6’emîn salvegera 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ku li paytexta Parîs a Fransayê hatibûn qetilkirin de, kom bûn û edaletê dixwazin. Girseya ku li Parîsê kom bûye bê navber "Jin Jiyan Azadî","Şehîd Namirin" berz dikin.      Kurd û dostên wan, ji çar aliyên Ewropayê ketin ser rê û di saetên zû yên sibê de li Parîsê kom bûn. Girse li Gare du Nord ku di heman demê de li kolana ‘La Fayette’ a 6 sal berê jinên kurd lê hatin qetilkirin kom bûn.  Çalakvanên ku wêneyên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hildabûn, Tirkiye şermezar kirin. Îsal bi dehan komeleyên jinên Fransî piştgiriya çalakiyê dikin. Di serî de Partiya Komunîst û gelek organîzasyon, rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan. Çakiya îsal bi dirûşma 'Li dijî bêcezabûnê û ji bo edaletê’ tê kirin. Tevî gelek belgeyan ku raste rast berpirsyariya MÎT Tirkan dide nîşandan, heta niha dozek nehatiye vekirin. Çend hefte mayî ji bo destpêkirina dozê re tetîkkêş Omer Guney di dawiya sala 2016’an bi guman li girtîgehê mir. herîkîna qadê didome. Hate dîtin ku Mudura Rojnameya Humanîte û Partiya Kumunîst Patrîck Le Hyarîc jî li qada çalakiyê ye. Li bendê ye ku gelek siyasetmedarên Fransî jî tevlî çalakiyê bibin. Çalakvanan bang li Fransayê kirin ku yên ku fermana qetlîamê dane diyar bikin û bibin pêşberî dadgehê, peyamên piştgiriyê pêşkêşî çalakvanên greva birçîbûnê dikin.   Çalakgeran xwest edalet pêk bê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û  bi lezgîn heyetek ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) biçin Îmralî û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne hene.