Buldan: Nokteya me ya hevpar tecrîd e 2019-01-12 14:12:12 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Konferansa Jinan a HDK'ê de axivî diyar kir ku aliyê wan ê hevpar tecrîdkirina Ocalan e û wiha got: “Ger ku em destê xwe negînin destê Leyla Guven ev rojên tarî dê bidomin. Dê siyaseta demokratîk tasfiye bibe.   Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dest bi konferansa Serdema 9'emîn a Jinan kir.  Konferansa Jinan a HDK'ê li Hotel Akar International  didome. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî di navde nûnerên gelek saziyên jinan amade bûn. Li salona kongreyê Wêne û pankarta mezin a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê de ku li ser “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze" vekirin. Li salonê pankartên bi Ermenî, Kurdî, Tirkî, Erebî ku berxwedana jinê silav dike vekirin.  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî piştî Hevberdevka HDK'ê Gulistan axivî. Buldan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 66 rojin didome û wiha got: “Ez li hemberî berxwedêrên zindanan bi hurmetî bejna xwe ditewinim. Ez hezkirin û hurmetên xwe dişînim û wekî deyn dibînim. Guven balê dikişîne ser pirsgirêka civakî. Em niha agahiyê ji Birêz Ocalan nastinin. Birêz Ocalan ji bo pêşeroja vî welatî pêvajoyek da destpêkirin. Ev pevajo 3 sal berê hat bidawîkirin. Di 3 salên dawî de piştî pêvajo hat xerakirin şer û kaos pêş ket. Her kes vê rewşê dizanin."      Buldan, destnîşan kir ku heta 3 sal berê li vî welatî kes nedihat kuştin û wiha lê zêde kir: "Em di serdema diyalogê de bûn şahidê aştî demokrasî û azadiyê. Lê piştî 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde di şexsê Birêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd hat destpêkirin. Ev tecrîd tenê bi Birez Ocalan re bi sinor nema. Tecrîda mutlaq di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civaka Tirkiye û hêzên muxalif hat meşandin. Li dijî hemû kesên aştî û demokrasiyê diparêzin pêk hat.  Di 7'ê Hezîranê de me dît HDP wekî heviya demokrasî û aştiyê dîtin û dengê xwe avêtin sindoqan. HDP ji bo pêşeroja vî welatî wekî hevî dîtin. Lê AKP'ê ev yek xera kir. Pirsgirêka herî mezin tecrîd e. Ger ku em hemû jin nebin yek û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind nekin. Ger ku em qerîna xwe tev li qerîna Leyla Guven nekin û destê xwe negînin destê Leyla Guven, di van rojên tarî de dê siyaseta demokratîk tasfiye  bibe."    PÊVAJOYA NÛ DÊ BI SEKNA JINÊ BI SER BIKEVE    Buldan,  bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî û wiha got: “Bêguman rêveberiyên herêmî ji bo pêşeroja demokratik a Tirkiye, ji bo gelê kurd û hemû gelên bindest ên Tirkiye girîng e. Em dê bi namzetên xwe yên jin hem ji bo hevşaredaran û hem jî ji bo endamên meclîsên şaredarî û meclîsa bajaran nunertiya wekhev ava bikin. Ev pêvajoya nû dê bi sekna jinê bi ser bikeve û AKP dê têk biçe. Nûnertiya bi hêz ya HDP’ê dê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Weki her carê vê carê jî dê bi têkoşina jinê ji holê rabe. Di vê pêvajoyê de divê jin bêtir bên cem hev û bêtir xwe bi rêxistin bikin.      SYKP: DÊ FAŞİZİM BI SER NEKEVE   Hevseroka Partiya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, jî Leyla Guven û hemû girtiyên li girtîgehan di çalakiyê de silav kir û wiha got: "Ez jinên li Silopî û Parisê hatin qetilkirin bibîr tînim. Di bin van cînayetan de serdestiya mêr heye. Em dê tekoşîna xwe bêtir bilind bikin û berdewam bikin. Wekî tevgera jinê em li dijî kapitalizm, faşizm û feraseta mêrê serdest rawestiyan. Ez bawer dikim ku heta em jin li vir bin û xwe bi rêxistin bikin feminist dê bi ser nekeve.      Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Eylem Tuncellî jî diyar kir ku jinan bersîvek xweş daye îktîdarê û dê bersîvên din jî bidin.   Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy jî anî ziman ku tekoşîna jinan li her derê mezin dibe û wiha got: "Em dê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîn û sekna xwe berdewam bikin. Têkoşîna me dê bidome.    TJA: EM BI HEVRE DÊ BÊTIR XURT BIBIN   Aktîvîsta TJA Bedia Akkaya jî çalakiyên grevê silav kir û wiha got: "Li dijî êrîşan ger ku em bibin ye kû xwe bi rêxistin bikin em dê bi hêz bibin. Divê têkoşîna jinan hevpar be. Divê em têkoşîna xwe bi hevre pêş bixin. Em bi hevre dikarin bêtir bibin hêz. "