Girseya xwest bimeşin girtîgeha Guven lê dimîne hatin astengkirin 2019-01-12 13:56:04   AMED - Girseya ku xwest ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ye bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Meşa girseya gel a ku xwestin ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Bi sedan kesên dinav de Parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersîm Dag û Mûsa Farîsogullarî jî heyîn xwestin ji avahiya HDP'ê ya Amedê heya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ya Guven têde ye bimeşin.    Koma ku bi berz kirina dirûşmeyên "Bijî Berxwedana zindanan" "Leyla Guven rûmeta me ye" û tilîlî, dest bi meşê kirin rastî mûdaxileya bi sedan polîs,  Hezên Çevîk û maşineyên zirxî yên TOMA hatin.