Vîtamîna B1 nadin girtiyên li Girtîgeha Rihayê 2019-01-12 12:15:00   RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Hejmara 2'yan a Rihayê, Semra Akan û Sabiha Onder ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe ketin greva birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiyê berdewam bikin. Girtiyan bi riya nameyê destnîşan kirin ku vîtamîna B1'ê nadin wan. Çalakiyên li Hewler, Silêmanî, Mexmûr û Strasgbûrgê jî bi biryarî berdewam dikin.      Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 66 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Li nêzî 40 girtigehan jî 226 girtiyên siyasî bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya girtiyên siyasî di 16'ê Kanûnê de dest pê kirin ket roja 28'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê jî di roja 27’an de didome. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji 16'ê Kanûna 2018'an ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Gûven çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Li Silêmaniyê çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamya ve bi dirûşemeya "Emê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn" hat destpêkirin ket roja 30'yan.  Li Hewlerê jî çalakiya bêdem û bêdorveger a Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz jî di roja 53'an de bi biryardarî berdewam dike.       B1'ê NADIN GIRTIYAN   Girtiyên li Girtîgeha Tipa T ya Hejmara 2'yan a Rihayê, Semra Akan û Sabiha Onder, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Semra û Sabiha name şandin Rojnameya Yeni Yaşamê û di nameyê de diyar kirin ku vîtamîna B1'ê nadin wan.   Semra Akan û Sabiha Onder di 5'ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakgeran destnîşan kirin ku heta tecrid bi dawî bibe û Ocalan azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin.