Beyî kujeran bibînin dosya 3 kesên li sîlopiyê hatin kuştin rakirin 2019-01-12 11:19:01   ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê dosya kuştina 2 jê zarok 3 kesên ku li kolanên Silopiya hatin înfazkirin, bêyî kujeran bibînin û darizînin, dosya wan bi hinceta faîlê wan nehat dîtin "Biryara lêgerîna daîmî" da û avêtin aliyekî.      Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 19'ê Çileya 2016'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di qedexeyan de Mehmet Mete (10) û Aydın Mete (17) yên pismamên hev dema derketibûn kolanê hatibûn înfazkirin. Omer Maslu (68) jî dema derketibû kolanê hatibû înfazkirin. Serdozgeriya Komarê ya Sîlopiyê ku der barê kuştina wan de lêpirsîn dabû destpêkirin bêyî kujeran bibîne û darizîne dosya danî aliyekî. Serdozgeriyê dosya wan bi hinceta faîlê wan nehat dîtin "Biryara lêgerîna daîmî" da û avêtin aliyekî. Sozgeriyê di biryarê de dîroka lêgerînê heta 9'ê Çileya 2041'an diyar kir.    Mehmet Mete ê 10 salî di roja 8'emîn a qedexeyê de li taxa Karşıyaka li malê bi guleya tope hat kuştin. Pismamê Mehmet Aydın Mete jî li taxa Şehit Harunê piştî ji malê derket li kolanê hat kuştin. Heta 4 rojan malbatê nekarîbû xwe bigînin wî. Cenazeyê wî di 6'ê Çile de li kolanê hatibû dîtin. Di çapemeniyê de hat diyar kirin ku polîsan Mete kuştiye. Omer Maslu yê 68 salî jî dema li mala xwe nimêj dikir bûbû hedefa guleyan û hatibû kuştin.