Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn 2019-01-12 10:52:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê MÎT'ê, Wezîrê Parastinê, li ser sînorê Sûriye û Tirkiye civîna der barê Bakurê Suriye de pêk anîn.    Wezîrê Parastinê Hulîsî Akar, Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Umît Dundar û Serokê MÎT'ê Hîkmet Fidan li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriye civîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku di civînê de geşedanên li Bakurê Sûriye û rewşa Idlibê girtine dest. Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar piştî li Rihayê bi yekîneyen eskerî re hat cem hev, ligel Orgeneral Guler û Orgeneral Dundar derbasî Hatayê bûn. Wezîr Akar, piştî kontrola ser sînor bi Serokê MİT'ê Hakan Fidan re hat cem hev.