Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin 2019-01-12 09:16:22 STENBOL - Ekonomîst Ozgur Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê ji bo "Ranta Siyasî" pêş bixe, li gel ku krîza abori jî dîsa pereyan li sermayadar û KOBÎ'yan belav dike. Muftuoglu, destnîşan kir ku şûna pereyên ku ji qasa dewletê derkeve dê bi pereyên ji bêrîka gel derxe tije bike.  Wezîrê Maliye û Xezînê Berat Albayrak, di 10'ê Çile de paketa piştgiriya kargeriyên Biçûk û Navîn (KOBİ) aşkere kir. Li gorî vê pakêtê; dê krêdiyê bide fîrmayên ku cîroya nirxên wan ên KOBÎ kêmî 25 milyon TL. Heta 6 mehan dê vê krêdiyê paşve ji wan nexwaze. Tê diyar kirin ku nêzî 20 - 40 hezar KOBİ dê ji vê krêdiyê sûdê bigirin. Mezinbûna pakêta KOBÎ jî 20 milyar TL ye. Ekonomîst Ozgur Muftuoglu, têkildarî pakêta KOBÎ nirxandin kir. Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê ji bo "Ranta Siyasî" pêş bixe, li gel ku krîza abori jî dîsa pereyan li sermayadar û KOBÎ'yan belav dike. Muftuoglu, destnîşan kir ku şûna pereyên ku ji qasa dewletê derkeve dê bi pereyên ji bêrîka gel derxe tije bike. Muftuoglu, da zanîn ku ev teşfîk aboriya Tirkiye rast nake. Dibe ku ji bo demek kurt bêhnekê bide Tirkiye, lê pirsgirêkê çareser nake. Balkêş e bi piranî KOBÎ'yan beriya hilbijartinê dixin rojevê. Hikûmet sermayeya di destê xwe de bi feraseta “Ranta siyasî" li sermayedar û KOBÎ'yan belav dike. Yên ji Banka Ziraatê deynê kartên krêdiyê hebin jî dê karibin bi faîza kêm krêdiyan bistînin. Ne pêkan e krêdî bide hemû kesên di Banka Ziraatê de deynê kartên krêdiyên wan hebe. Ew qas çavkaniya hikûmetê ya aborî tune ye. Hikûmet dê ji bêrîka gel derxe û wekî kredî bide sermayedar û KOBÎ'yan.    MA / Melike Ceyhan