Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya! 2019-01-12 09:15:38 MÊRDÎN - Hat hînbûn ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji ber nikare deynê sotemeniy bide, sotemeniya wê li ber xelasbûnê ye. Hat destnîşankirin ku li depoya sotemeniyê ya polîs peywirdarê wê ne, bi awayekî sînordarkirî sotemeniyê didin wesayîtan.  Hat hînbûn ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji ber nikare deynê sotemeniy bide, sotemeniya wê li ber xelasbûnê ye. Hat hînbûn ku deynê şaredariyê yê sotemeniyê 4 milyon lîre ye û ji ber nikare bide sotemeniya wê li ber xelasbûnê ye.    Li gor agahiyên bi dest ketin, rayedarên fîrmaya sotemeniyê ji şaredariyê re gotine: "Pêşî deynê xwe bidin paşê em sotemeniyê bidin." Li ser vê rayedarên şaredariyê careke din hevdîtin bi fîrmayê re çêkirin, lê belê fîrmayê dîsa heman bersiv daye wan. Ji ber vê qeyûm Mûstafa Yaman ferman da ku deynê fîrmayê demildest bê dayîn. Lê belê ji ber şaredarî di warê pereyan de tengijiye, Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî nikaribû deynê fîrmayê bide. Ji ber vê qeyûm ji bo wesayîtan sotemenî sînordar kir.    POLÎS LI BER POMPEYAN E    Her wiha li ber pompeya sotemeniyê ya şaredariyê 4 polîs hatine peywirdarkirin. Polîs diyar dikin ku dê ji bo kîjan wesayîtê çi qas sotemenî bê dayîn. Her wiha hat hînbûn ku wexta sotemeniyê didin wesayîtan ji wan re dibêjin "Hûn ê biçin kuderê?, Hûn ji kîjan yekeyê ne? û "Hûn ji bo kîjan karî diçin?" Hat destnîşan kirin ku polîs herî zêde 20 lître sotemenî didin wesayîtan.    Tevî vê hat ragihandin ku gelek wesayîtên zirxî yên polîsan jî sotemeniyê ji heman cihî digirin.    MA / Ahmet Kanbal