Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye 2019-01-12 09:15:01 STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, der barê Desteya Giştî ya 9'an a HDK'ê de axivî û got: "HDK, tenê ne divêtiyeke, her wiha rêxistina pêşerojê ye jî."  Wê Desteya Giştî ya 9'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), îro li Enqereyê li Akar Otelê dest pê bike û wê du rojan bidome. Wê di roja ewil de bi dirûşmeya "Li kuçeyê, li malê, li kar, jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin" konferasnsa jinan û wê roja dudoyan jî bi dirûşmeya "Ked, Aştî, Azadî' Li dijî faşîzmê berxwedana civakiyî" desteya giştî bê lidarxistin.    Hamzaoglû diyar kir ku HDK'ê bi kîjan armancê hatibe avakirin niha jî heman tiştî didomîne û got: "Wexta hat avakirin li ser esasên têkoşîna hevpar a muxalefeta civakiyî ketibû rê. Niha jî li ser van esasan tev digere."    Hamzaoglû, wexta HDK hat avakirin hin hedefên wê hebûn lê belê ew hedef pêk neanîne û got: "Niha em pir li paş van ehdefan e. Divê em navbera 2007-2011'an bi hev re binirxînin. Bi hev re kevirên hîmên têkoşînê hatin bicihkirin û ev yek heta 2011'an dewam kir. Piştî hilbijartina giştî ya 2011'an bendewariya ku dê sosyalîst û tevgera azadiyê ya Tirkiyeyê bi hev re li ser esasên têkoşîna civakiyî bitêkoşe peyda bibû. Li gor feraseta ku dê kesî li der nehêle, wê ji bo civakeke nû, wekhev tev bigeriyana. Loma divê li gor wê hêviya ku li civakê peyda kiribû bê nirxandinç Lê belê bi demê re ji ber hin geşedanan ev yek tam pêk nehat. Eger tevî hemû şert û emrcan jî ew vîn bihatana parastin, wê niha hebûna muxalefeta civakiyî ya Tirkiyeyê, asta wê ya rêxistinbûyînê û pozîsyona HDK'ê tiştekî cuda bûna."    'ÎKTÎDAR EHLÊ ŞER IN'    Hamzaoglû, bilêv kir ku forma herî pêşketî ya têkoşîneke yekpare kongre ye û got: "Ji bo her avanî xweseriya xwe biparêze û li dor armanc û çalakiyên hevpar bernameyên xwe pêk bînin, modela herî guncav kongre ye. HDK, tenê ne divêtiyeke, her wiha rêxistina pêşerojê ye jî. Ev xak ji ber pirsgirêka kurd bi salan e di nav pevçûn û şer de ye. Gel dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî wekhev bê çareserkirin, lê belê îktîdar jî bereksê vê tev digerin û dixwazin pirsgirêkê bi şer çareser bikin."    'JI BO TIRKIYEYÊ AVANTAJEKE MEZIN E'    Hamzaoglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo jiyan veguhere jiyaneke asayî pêdivî bi avaniyeke wekî HDK'ê heye û got: "Gel û hemû kêmar di bin banê HDK'ê de ne. HDK, di warê baweriyan, ked, tenduristî, perwerdehiyê de numûneyên vê yekê pêk tîne. Pêkanîna vê yekê ji bo Tirkiyeyê avantajeke pir girîng e. Tenê ji bo vê be jî divê HDK esas bê girtin."    Hamzaoglû got: "HDK, di warê faşîmzê de pir zelal e. Jixwe dirûşmeya kongreya me ya 9'an 'Ked, Aştî, Azadî! Li Dijî Faşîzmê Berxwedana Civakiyî! ye. HDK, dê hewl bide di 2019'an de li dijî faşîzmê berxwedana civakiyî birêxistin bike û zêdetir bike."    Hamzaoglû herî dawî got: "Wê HDK avaniyên xwe yên heyî pêşvetir bibe û wê meclîsên xwe yên heyî jî xurtir bike. Em nabêjin tev li HDK'ê bibin, em dibêjin werin em bi hev re vê têkoşînê bi rê ve bibin."    MA / Yasin Kobulan