Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin! 2019-01-12 09:12:56   ENQERE - Der barê parlementerên HDP'ê Îmam Taşçier û Semra Guzel de bi hinceta der barê aktivîstê kurd Ramîn Hosseîn Panahî yê li Îranê hat darvekirin li ser medyaya civakî parvekirin kirine fezleke hatin amadekirin.    Der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel 3 fezleke û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier de fezlekeyek hat amadekirin û ji meclîsê re hatin şandin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tawanbariya "propagandaya rêxistina terorî" der barê Guzel û Taşçier de fezleke amade kirin. Wekî hincet jî parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî yên der barê aktivîstê kurd Ramîn Hosseîn Panahî yê di 8'ê Îlona 2018'an de li Îranê hat darvekirin hatin nîşandan.    Taşçier li ser medyaya civakî gotinên Panahî parve kir. Taşçier li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi hastaga #RaminHosseinPanahi û #KatilİranRejimi gotinên Panahî yên "Ez Ramîn Huseyîn Panahî... Ez ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyam, têdikoşim. Ez ne terorîst im, tenê aktivîstek im... Aktivîstekî sivîl... Malavayiya hemû kesên piştgiriya min dikin dikim... Çavên herkesî radimûsim..."    Guzel jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû: "Îdam sûc e."    Her wiha parvekirinên Guzelê yên bi hastaga #CPTactForOcalan jî wekî sûc hat hesibandin. Guzel di parvekirina xwe de gotibû: "Ya tê tecrîdkirin aştî û demokrasî ye. Divê demildest dawî lê bê", "Divê dawî li tecrîda ku rê li ber çareseriyê digire bê."    Her wiha ji bilî Guzel û Taşçierê, der barê parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag, Salîha Aydenîz, Adnan Selçûk Mizrakli, Mûsa Farisogûllari û Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran de jî bi giştî 20 fezleke hatine amadekirin.