ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN 2019-01-12 09:00:30 * Erdogan çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû "Hin kes hewl didin qeraxên behrê, qadên daristanî bikin beton." Ekolojîst Ertûgrûl Barka gotinên Erdogan nirxandin û got: "Kî bû li Kendava Gokavayê qesr çêkir û qada daristanî kir beton?"  * Dildara Meclîsa ÎSÎG'ê Asli Odman, diyar kir ku di sala 2018'an de di cinayetên karî de hezar û 923 karker mirine. Odman, bilêv kir ku ev karker tenê 'hêla çiyayê qeşayê ya dixuyên' e û ji ber ji bo ewlehî û tenduristiya kar tu çavkanî nayên veqetandin ev hejmar her sal zêdetir dibe.    * Der barê parlementerên HDP'ê Îmam Taşçier û Semra Guzel de bi hinceta der barê aktivîstê kurd Ramîn Hosseîn Panahî yê li Îranê hat darvekirin li ser medyaya civakî parvekirin kirine fezleke hatin amadekirin.    * Weşanxaneya Avayê ku tev li Pêşangeha Pirtûkan a Çûkûrovayê bû, xwîner vexwandin standa xwe. Nivîskarê Weşanxaneya Avayê Ronî War, destnîşan kir ku du sal in xwînerên kurdî kêm bûne û bang li gelê kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.    * Ekonomîst Ozgur Muftuoglu, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê ji bo "Ranta Siyasî" pêş bixe, li gel ku krîza abori jî dîsa pereyan li sermayadar û KOBÎ'yan belav dike. Muftuoglu, destnîşan kir ku şûna pereyên ku ji qasa dewletê derkeve dê bi pereyên ji bêrîka gel derxe tije bike.    * Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû, der barê Desteya Giştî ya 9'an a HDK'ê de axivî û got: "HDK, tenê ne divêtiyeke, her wiha rêxistina pêşerojê ye jî."    * Hat hînbûn ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji ber nikare deynê sotemeniy bide, sotemeniya wê li ber xelasbûnê ye. Hat destnîşankirin ku li depoya sotemeniyê ya polîs peywirdarê wê ne, bi awayekî sînordarkirî sotemeniyê didin wesayîtan.    * Hat îdiakirin ku Ahmet Gerez (55) dema sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatiye kirin hatiye îşkencekirin û wî xistine hucreya yekkesî.    * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)    * Dayikên Şemiyê di hefteya 720’an de bi armanca aqûmeta windayan bipirsin dê carek din li Qada Galatasarayê kom bibin.(12.00)   *Xizmên windayan û rêvberê şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmirê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Êlih û Amedê li şaxên ÎHD'ê li Îzmirê jî navçeya Konakê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00- 13.00)   * Komîsyonên Girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Parka Înonu ya Edene û Qada Galatasarayê çalakiyan pêk bînin. (13.30)   * Li navçeya Hezexê ya Şirnexê û Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê bi armanca balê bikişînin ser rewşa tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê civînên gel pêk bînin. (14.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Salona dahwetê ya Labella Premium Gursel a Okmeydani ya Stenbolê tev li civîna gel bibe. (19.30)