Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir 2019-01-11 17:47:36   AMED - Wezareta Dadê, daxwaza Odeya Bijîşkan a Amedê ya ji bo kontrolkirina Leyla Guvenê red kir.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 65'an de didome. Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) ji bo kontrolkirina tenduristiya Leyla Guvenê serî li Wezareta Dadê da, lê belê wezaretê daxwaza DTO'yê red kir.