Parêzerên Ocalan cara 701’emîn serlêdan kirin 2017-11-02 11:44:10 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 701’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol û Ebru Gunayu ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi vê serlêdanê re ev bû 701 car parêzer daxwaza serlêdana hevdîtinê dikin.    Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve 700 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL’ê” hatin astengkirin.