Lîstîkvan Çakir îfade da 2019-01-11 14:55:10   STENBOL - Lîstikvan Denîz Çakir, bi îdîaya “Heqaret li jinên sergirtî kirin” lêpirsîn derbarê wê de hat vekirin. Çakir îro li Edliya Stenbolê îfa da.    7 jinên sergirtî bi îdîaya lîstikvan Denîz Çakir li navendeke kirîn û firotinê ya Stenbolê heqaret li wan kiriye, li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirin. Serdozgerê Komarê li ser vê yekê lêpirsîn da dest pê kirin. Çakir di çarçoveya lêpirsînê de, ji bo îfade bide serê sibe hat Edliya Çaglayana Stenbolê.    'SEKNA MIN A HEYA ROJA ÎRO DIYAR E'   Çakir, piştî îfade da û şûn de li ber deriyê edliyê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Tiştên ku qala wan tê kirin, min nekiriye. Sekneke min a heya roja îro heye û ev sûcdarî li dijî vê sekna mine. Teqez ez van sûcdariyan red dikim. Min heya roja îro tu ferq nekiriye dinavbera jin, zilam, sergirtî, servekirî, rêbazê jiyanê, zayendî, ol, bawerî, reng û daxwazan de. Berevajî ji bo yekgirtinê min projeyên civakî amade kirine. Sekna min a heya roja îro û tiştên dikim jî, diyarin.”