Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin 2019-01-11 14:19:35   MÊRDÎN - Serdel Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ê li Qoserê dijî, ji ber 12 sal cezayê wî yê girtîgehê hat erêkirin, hat girtin. Ji bo ku Yildirim bê berdan, parêzeran serî li Dozgerê Înfazê dan.    Diyar bû ku Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi malbata xwe re dijiya di saetên serê sibê yên 30’ê Kanûnê de, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û girtin. Hat destnîşan kir ku di sala 2016’an de derbarê Yildirim de doz hatibû vekirin û di encama darizandina hat kirin de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Endaman ji bo rêxistinê dide qezenc kirin” 12 sal cezayê girtîgehê li Yildirim hatibû birîn. Piştî Dadgeha Bilind cezayê Yildirim erê kir, polîsan bi ser mala Yildirim de girtin û binçavkirin. Polîsan Yildirimê binçavkirin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.   Parêzerê Yildirim Erdal Kûzû, diyar kir ku muwekîlê wî di sala 2010’an de qezaya trafîqê derbas dike û wiha axivî: “Ji ber qezaya tirafîqê muwekîlê min felç dibe û gelek fonksiyonên di canê wî de naxebitin. Îfadeya şahidekê tenê derbarê muwekîlê min de heye û ji ber îdîaya “Endaman ji bo rêxistinê dide qezenc kirin” bi wî halê xwe yê nexweş hat binçavkirin. Ji ber rewşa wî ya tenduristiyê, li derve dihat darizandin. Lê ligel hemû hewldan û rewşa wî ya heyî jî, dadgehê ev ceza da yê.”   'NIKARE XWE XWEDÎ BIKE'   Prz. Kûzû, da zanîn ku muwekîlê wî bi tena serê xwe nikare li girtîgehê xwe xwedî bike û wiha got: “Hevalên wî yên girtîgehê alîkariya wî dikin. Ji ber vê ne pêkane ku di girtîgehê de bimîne. Me li dozgeriya Înfazê serlêdan kir. Em li benda bersivê ne. Em li bendêne di rojên bêş de bê berdan. Nexwe kesekê di rewşa wî de nikare di girtîgehê de bimîne û tu aliyên vê yên mirovî jî tuneye.”