Gulmen: Dema ez vegerim karê xwe ez ê grevê bi dawî bikim 2017-11-02 11:21:35 ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen di roja 239'an de ye, ji bo odeyên pîşeyî û hekîm biçin serdana wê, bang kir û wiha got: "Birçîbûna min an jî birçîmayîna ku ez 239 roj e dikişînim û girtina min ne girîng e. Tenê dema ez vegerim karê xwe ez ê vê rewşê bi dawî bikim." Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça piştî bi Biryara di Hukmê Qanûnî de (KHK) ji kar hatin avêtin, 239 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gulmen li koxûşa girtiyan a Nexweşxaneya Numuneyê de tê girtin, parêzerê wê Şahap Ozsal çû serdana wê, der barê şertên Gulmen û daxwazên wê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   'RONAHIYA ODEYA WÊ 24 SAETAN VEKIRÎ YE'   Orsal destnîşan kir ku moral û hişê Gulmen di cihê xwe de ye û wiha axivî: "Ronahiya di odeya wê de 24 saetan vekirî ye. Ji ber wê bi rêk û pêk xewa xwe nastîn û di vî warî de giliyên wê hene. Bi awayê derbasdarî bi hin tiştan dipêçe û wisa derbas dike. Belê şertên paqijiyê çiqas baş in ew mijareke din e. Ji ber ku hola navberê ji gariyan, peywirdarên neweşxaneyê, ji girtiyên din û hukumxwaran re vekirî ye û bi hev re dixebitînin. Hema bêje qet ronahiya tavê navîne. Greva birçîbûnê 239 roj e dewam dike û dema ev rewş li ber çavan bê girtin, şertên Nuriyeyê xeterî ye."   Orsal da zanîn ku ew hola ku wî bi Gulmen re hevdîtin pêk aniye, ji ber ku girtî û hukumxwarên din tên derbas dibin, ev jî li dijî mahremyeta parêzer û miwekîla wî ye.   ‘FIKARA BINGEHÎN MUDAXALEYA YE’   Orsal destnîşan kir ku fikara bingehîn a Gulmen "mudaxaleya bi darê zorê ye" û wiha pê de çû: "Beyî ku destûra kesayetiyê hebe mudaxale nayê kirin. Encam çi dibe bila bibe, divê nexweş vê biryarê bide. Di vê der barê de sedemên camidî (nelnel) ên Gulmen çi ne em nizanin; lê ji ber şertên wê em di rewşeke pêşdîtinî de ne."   BANGA PIŞTGIRÎ Û VÎDEOYÊ KIR   Orsal da zanîn ku ji ber şertên ku Gulmen tê de ye hin daxwazên wê çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dixwaze ku piştgiriyê bidinê û kesên di heman rewşê de di lêgerîna mafên xwe de ne, vîdeoyan bikişînin, vê yekê bi rêya medyaya civakî belav bikin, koxûşa girtiyan a ku tê de tê girtin dem dem bê ziyaretkirin. Di serî de hekîm, dixwaze hin odeyên pîşeyî biçin serdana wê."   'BIRÇÎBÛNA MIN NE GIRÎNG E'    Gulmen bi rêya parêzerê xwe Orsel ev bang li raya giştî kir: "Birçîbûna min an jî birçîmayîna ku ez 239 roj e dikişînim û girtina min ne girîng e. Tenê dema ez vegerim karê xwe ez ê vê rewşê bi dawî bikim. Di vê mijarê de ez xwedî vîn im. Ev vîn hêzê dide min û min li ser piyan digire. Ji derveyê vê daxwazeke min tune."   MA / Dîren Yurtsever