'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin 2019-01-11 11:32:41   STENBOL - “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya 46 rojnameger têde tên darizandin taloqî 9’ê Gulanê hat kirin.   Danişîna 13’emîn a “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ya 46 rojnameger têde tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin rojnamegerên ne girtî û parêzer di danişînê de amede bûn.    Parêzer Ozcan Kiliç, di parastina kir de, xwest aqûbeta doza derbarê rayedarên emniyetê yên lêpirsîn birêve birin a li 26’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê hatibû vekirin, bê pirsîn.    Dadgehê piştî daxwaza Kiliç, birdar da ku  aqûbeta dosyeyê ji 26’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê bê pirsîn û danişîn taloqî 9’ê Gulanê kir.