Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin 2019-01-11 11:16:50   ANTALYA - Endamê Meclisa HDP'ê  Îzzet Karadag ku li Antalya hat binçavkirin bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin.    Endamên Meclisa Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzzet Karadag û Bedriye Yorgun, di 7'ê Çile de li Antalya li pêş avahiya HDP'ê li ser îxbatê hatibûn binçavkirin. Îzzet Karadag ê hat binçav kirin bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Karadog û Yorgun piştî lêpirsîna midûriyetea polisan a Antalya sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger jî bi heman îdîayê Yorgun û Karadag  sewqî Dadgeha Sulh Ceza kir. Dadgehê Bedriye Yorgun bi şertê kontrola edlî serbest berda û Karadag jî bi heman îdîayê girt û şand girtîgehê.