Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe 2019-01-11 10:21:20 ENQERE - Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, têkildarî armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û destnîşan kir ku tecrîd û fîşzm bi berxwedanê tê şikandin û wiha got: “Faşizm ji xwe ber têk naçe. Tenê bi berxwedanê têk diçe."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 55 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de li ber xwe dide. Dîsa 226 girtiyên siyas di demên cuda de li gelek girtîgehan dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirine. Çalakiyên girtiyan ên 10 roj dorveger û bêdawî ku di 27'ê Mijdarê de dest pê kirin jî berdewam dike. Lê heta niha hikûmetê û wezareta dadê têkildarî vê mijarê tu gav neavêtiye û bêdeng e. Dîsa CHP'ê jî heta niha ev çalakiyên li girtîgehan nekiriye rojeva xwe. Di sala 2012'an de jî dîsa li girtîgehan girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî dabûn destpêkirin. Piştî çalakiya grevê ya 68 rojan, Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û bi banga Ocalan girtiyan dawî li çalakiyê anîbû. Yek ji kesên di çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan li ber xwe da jî Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz ê di operasyona KCK'ê de hatibû girtin bû û ketibû çalakiyê ye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, der barê çalakiya Leyla Guven û tecrîdê de nirxandin kir.    Sariyildiz, diyar kir ku çalakiya niha û çalakiya 2012'an dişibe hev û wiha got: "Dewlet hemû amûrên zorê xistine meriyetê. Siyasetmedarên kurd li her qadê li ber xwe didin. Wê demê hemû daristan û xwezaya Kurdistanê dihat bombekirin. Daristan dihatin şewitandin. Mirov dihatin kuştin. Li bajaran bi sedan mirov dihatin binçavkirin û girtin. Wê demê jî hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn qutkirin. Li girtîgehan pirsgirêkên civakî baş tên nirxandin û parzinandin. Wê demê ji bilî ku bedena xwe bide ber pirinê tu derfetên mê yên çalakiyan tune bû. Wê demê berxwedana ruhî û fikrî derket holê. Piştî grevên birçîbûnê dewlet ket nava rêyek asê. Piştî dewlet ket nava rêya asê neçar ma ku bi Ocalan re hevdîtinan bike. Çalakiya girtiyan a wê demê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelê Tirkiye qezenç bû. 80 milyon mirov bi wê çalakiyê nefes stend û bêhna wan hat ber wan. "     ‘2 SALAN QET XWÎN NERIJIYA'    Sariyildiz, da zanîn ku piştî Ocalan’ bi pêşniyarên siyasî pêvajoyek nû da destpêkirin şer rawestiya û 2 salan qet xwîn nerijiya. Sariyildiz, bal kişand ser rola Ocalan a çareseriyê û wiha got: "Pêvajoya ku pirsgirêk bi rêya demokratik û legal tê çareserkirin dest pê kir. Piştî birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin, heta 2 salan qet xwîn nerijiya. Wê demê baweriya gel a ji bo siyaseta demoratîk zêde bû. Ocalan hem aktorê pêvajoya muzakereyan bû, hem jî werî Rêberê Gelê Kurd mîsyona jiyanî dilîst. Her ku gotinên Birêz Ocalan dihat kirin, gelê kurd wekî hêzae demokratîk mezin dibû. Li dijî êrîşên gelê Kurd û gelên Rojhilata navîn bi awayekî çalak radiwestiya. Têkoşînek mezin dida. Ji bo gelê Tirkiye jî şensek mezin bû. Birêz Ocalan 3 salan ev pêvajo meşand. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an, bi serkeftina HDP'ê û îflasa paradîgmaya AKP'ê, dewletê konseptek nû hilbijart. Dewletê xerabiyek pir mezin anî serê Tirkiye."     ‘KONSEPTA HOVÎTIYÊ XISTIN MERIYETÊ'   Sariyildiz, destnîşan kir ku piştî Ocalan hat dorpêçkirin û li ser Ocalan tecrîda giran hat destpêkirin, konseptek nû hat destpêkirin û wiha berdewam kir: “Piştî Birêz Ocalan hat dorpêçkirin û tecrîdkirin, hem serokê hikûmetê Erdogan û hem jî konsepta nû ya ji aliyê klikên nava dewletê ket meriyetê. Me Kurdan ev konsept wekî ‘konsepta Havîtiyê' pênase kir. Ji ber ku di vê konsepta nû de gelek sûcdarên şer hebûn. Sûcên mirovahiyê hebûn. Gelek xwîn hat rijandin. Di dîroka Tirkiye de yekem car bajarên Kurdistanê tev hatin hilweşandin û dem û dûz bûn. Bi vê yekê jî nehatin ser gelê herêmê yên li dijî vê zilmê li ber xwe dan tevî zarokên xwe hatin qetilkirin. Pêvajoya ku Tirkiye nû ketibûyê pêvajoya faşîzmê bû. Di serî de kurd û hemû kesên li dijî vê pêvajoyê dengê xwe bilind kirin bûn hedef. Daxwazên wekhevî û azadiyê bi zorê hatin detipasdin."     ‘NIHA BI HEZARAN LI DORA DAXWAZÊN GUVEN BÛNE YEK'    Sariyildiz, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven ji bo li Tirkiye xwîn nerije û bi riya siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser bibe dest bi grevê kiriye. Guven li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dîsa di şert û mercên giran ên girtîgehê de dest bi vê çalakiyê kir. Guven 65 roj li pey xwe hişt. 65 rojin bedena xwe birçî hiştiye. Guven di mulakata rojnameyekê de pir aşkere armanca çalakiyê vegot. Guven, îzolekirina girtiyekî ya ku destûra hevdîtina malpat, parêzer neyê dayîn wekî dijmirovî û dijhiqûqî nirxandibû. Wekî sûcê mirovahiyê girtibû dest. Ya duyemîn jî Ocalan hem ji bo xwe, gelê Kurd û gelê Tirkiye kaseyetek gelek girîng dît. Guven di rojnameyê de diyar kir ku Ocalan 3 salin di bin tecrîda îzokirî de ye û bi vê yekê Tirkiye dajon nava pêvojoyek pir talûke. Ji bo daxwazên Guven ên mafdar bi hezaran kes li dora wê bûne xelek. Ger ku ji vê saetê û şûnde dewlet gavan neavêje û daxwazên Guven pêk nîne, dê çalakiya berxwedanê ya Guven bandorek mezin li ser bedena wê bike. Dê nexweşiyên giran pêre çê bibin. Dewlet heta niha bêdeng e. Ji ber vê bêdengiyê pirsgirêka Kurd bi riya demokratîk çareser nabe û krîza Tirkiye kûr dibe. Di rewşek wisa de klîkên nava dewletê bi hevre dibin yek û îtîfaqê ava dikin.Yekîtiya Ewropa jî bêdeng e. Komîteya Astengkirinai Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (BM) jî bêdeng in. Ewropa Navenda dewletên liberal in. YE hem ji ber berjewendiyên Ewropa yên bazirganî û hem jî ji ber berjewendiyên jeostratejîk bi awayekî hiqûqî nêzî tecrîdê nabe. Me mijara komkujiya Cizîrê ku mirov bi komî hatin kuştin birin YE'ê û Neteweyên Yekbûyî (NY) lê vîna ku hovîtiyê rawestîne nîşan nedan. YE di ferqê de ye ku Erdogan kesek nijadperest û olperestê paşverû ye. Lê li aliyeki xwe wekî mahkûmên Erdogan hîs dikin."    ‘CPT ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ YE'   Sariyildiz, herî dawî bal kişand ser helwesta CPT’î û destnîşan kir ku CPT şirîkê vî sûcî ye û wiha bi dawî kir: “CPT, saziyek ku li girtîgehan û li qadên din rê li pêş sûcê mirovahiyê û îşkenceyê digire ye. Lê iro bi taybetî li hemberî Birêz Ocalanû di şexsê wî de li hemberî hemû geşedanan rêgezên xwe binpê dike. Mirovek bi salan e nikare bi parêzer û mabata xwe re hevdîtin bike û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev li gorî rêgezên CPT sûc e. Lê ji ber ku CPT li hemberî vê pekanîna hikûmet û Tirkiye dengê xwe nake şirikê heman sûcî ye. Divê Ocalan têkeve rewşek çalak. Divê ewlehiya tenduristî û azadiya Ocalan bê parastin û pêşxistin. Divê îktîdar dest ji hevesên xwe yên serdestî, hegamonik, emperyalist berde. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê dawi li vê konsepta 3 salan bê. Divê Ocalan dîsa karibe çalak û serbest tev bigere û tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe Tirkiye dê nefesê bistîne. Îro her kes hatiye sînorê fetisandinê. Faşizm bi xwe ber têk naçe. Faşîzm bi berxwedanê têk diçe. Divê bêtir têkoşîn xurt bibe. Divê kes nekeve nava bêhêviyê û bi hevre têkoşînê xurt bikin. Herî zêde em niha nêzî serkeftinê ne."