Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket 2019-01-11 09:21:02   MÊRDÎN – Li Çinarê bi îdiaya "întihar kiriye" hin kesên nenas Gul Karataşê danîbûn ber deriyê nexweşxaneyê û paşê Karataş jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema mirinê ji ber "xwedaliqandinê" ye. Lê belê parêzeran lêpirsîn berfirehtir kir û xwest nasnameya kesên Karataşê danîne ber nexweşxaneyê û reviyane bê tespîtkirin.  DI 11'ê Mijdara 2018'an de li gundê Duzova yê navçeya Çinar a Amedê, bi hinceta "întihar kiriye" 2 kesên nasnameya wan nediyar Gul Karataşê (35) danîn ber Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û reviyan. PIştî vê Karataş rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê, lê belê Karataş li vir jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê ya Karataşê de ji bo sedema mirinê hat gotin "xwedaliqandin" e, belê beriya mirinê bi şidetê re rû bi rû maye.   Lê belê piştî rapora otopsiyê parêzerên malbata Karataş, bi daxwaza lêpirsînê bê berfirehkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Navçeyê dan. Parêzeran destnîşan kir ku di lêkolîna muayeneya der de dixuyê ku beriya bûyerê Karataş bi şidetê re rû bi rû maye. Her wiha di serlêdanê de hat nirxandin ku piştî Karatş miriye hevjînê wê û xizmên hevjînê wê tev li merasîma cenaze û şînê nebûne û ev yek jî nîşan dide ku bûyer ne tiştekîa asayî ye. Parêzeran, di serlêdana xwe de diyar kirin ku divê îxbarên Karataşê yên beriya mirinê ji bo şideta lê hatiye kirin li hêzên dewletê kiriye jî daxilî dosyeyê bên kirin. Her wiha di serlêdanê de hat xwestin ku kesên nasnameya wan nediyar ên Karataşê danîne ebr nexweşxaneyê jî bên tespîtkirin û daxilî dosyeyê bên kirin.    MA / Ahmet Kanbal