ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be 2019-01-10 17:05:41   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bi boneya Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanek da û got: “Em roja rojnamegerên ligel hemû êrîşan jî bîat nakin, pîroz dikin.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya da de, diyar kir ku çapemeniya azad dê neyê bêdeng kirin û wiha got: “Azadiya çapemeniyê, mafê gel ê agahî girtinê û demokrasî nabe ku tunebe. Lê li Tirkiyeyê rojnameger ji ber êrîşan, sansüre, gefan, lêpirsinê, ceza girtinê, binçavkirin û girtinê nikarin bixebitin û xebata rojnamegertiyê tê asteng kirin. Li gorî rapora sala 2018’an a Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas, Tirkiye di warê Azadiya Çepemeniyê de, di nava 180 welatan de, di rêza 157’an cih digire. Herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger tên girtin.  Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî jî Tirkiye welatê ku herî zêde rojnameger lê tên girtine. Hejmara rojnamegerên girtî roj bi roj zêdetir dibin û niha 142 rojnameger girtine û ji azadiya xwe bê par hatine  hiştin.”    ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû rojnamegeran pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em roja rojnamegerên bîat nakin pîroz dikin. Çapemeniya azad dê neyê bêdeng kirin. Ji rojnamegerên girtî re azadî.”